Nêçîrvan Barzanî gihîşt Parîsê

02-11-2023
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron dê bicivin
Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron dê bicivin
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Parîs Fransa Macron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt Parîsê û biryar e bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re bicive.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi serdaneke fermî gihîşt paytexta Fransayê bajarê Parisê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Emmanuel Macron diçe Parîsê.

Li gorî daxuyaniyê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron dê sibe li Koşka Elyseeyê pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku her du alî dê peywendiyên Fransayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê, pêşxistina hevkariyên hevbeş û rewşa navçeyê gotûbêj bikin.

Di navbera Parîs û Hewlêrê de pêwendiyên bihêz hene û ev çend car in Serokê Herêma Kurdistanê diçe Fransayê û bi Serokkomarê Fransayê re dicive.

Li nav Civaka Navdewletî, Fransa welatekî bi bandor e û yek ji 5 endamên herdemî yên Encûmena Asayişê ya Neteweyên Yekbûyî ye û di NATO û Yekîtiya Ewropayê û gelek rêxistinên din de, xwedî pêgeheke bihêz e.

Derbarê rewşa Kurdan jî Fransayê piştgireke mezin li Kurdan kiriye, van salên dawiyê jî, pêwendiyên navbera Parîs û Hewlêrê bi berdewamî bihêz dibin.

Piştî giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê ya 25ê Îlona 2017an, guşareke mezin li ser Herêma Kurdistanê dirust bû, çi ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve, çi jî ji aliyê welatên navçeyê ve.

Lê careke din Fransa, bi cidî hate ser xetê û di dema pêşwazîkirina xwe de, tekezî li ser parastina pêgeha destûrî ya Herêma Kurdistanê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst