Nêçîrvan Barzanî balyozê nû yê Fransayê qebûl kir

26-02-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Patrick Durel Fransa Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî balyozê nû yê Fransayê yê Îraqê Patrick Durel qebûl kir.

Balyozê Fransayê Patrick Durel piştevaniya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê dubare kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî balyozê nû yê Fransayê yê Îraqê Patrick Durel daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî di erka wî ya nû de ji balyozê nû yê Fransayê Patrick Durel re serkeftin xwestiye.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşvebirina pêwendiyên bi Fransayê re dûbare kir û spasiya Fransayê jî kir ji ber ku ew bi berdewamî piştevaniya Îraqê û Herêma Kurdistanê dike.

Li aliyê din Patrick Durel jî kêfxweşiya xwe ya ji bo destbikarkirina wekî balyozê welatê xwe li Îraqê aniye ziman.

Li gorî daxuyaniyê Durel tekez kir ku Fransa giringiyê dide pêwendiyên xwe yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê û dê li ser hevkarî û piştevaniya wan berdewam be.

Herwiha di civînê de her du alî nêrînên xwe yên derbarê rewşa siyasî û ewlehiyê ya Îraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî girîngiya hilbijartinên parlementoya Kurdistanê û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê bi hev re guhertin.

Her wiha pêşhatên dawî yên li herêmê û encamên wê gotûbêj kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst