Balyozê Fransayê yê Îraqê ji Nêçîrvan Barzanî xatir xwest

08-01-2024
RÛDAW
Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Eric Chevallier Fransa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Fransayê yê Îraqê Eric Chevallier bi minasebeta bidawîhatina erka xwe çû serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêra peytexta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Fransayê yê Îraqê Eric Chevallier kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka civînê daxuyaniyek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber kar û hewldanên wî yên ji bo pêşxistina pêwendiyên di navbera Fransa û Îraq û Herêma Kurdistanê de spasiya Eric Chevallier kir.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî ji bo erka wî ya nû hêviya serkeftinê ji Eric Chevallier re xwest.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku her du aliyan tekezî li ser xwesteka hevbeş a ji bo pêşxistina pêwendî û dostaniya Fransayê ya bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kirin.

Li gorî daxuyaniyê Barzanî û Chevallier peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û berdewamiya danûstendinan a ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de gotûbêj kirin.

Li aliyê din Balyozê Fransayê yê Îraqê Chevallier ji bo serkeftina wî ya di erka wî ya li Îraq û Herêma Kurdistanê de ji ber hevkariyê spasiya Herêma Kurdistanê kirye.

Herwiha Chevallier hêvî kir ku li gel balyozê bê yê Fransayê yê Îraqê jî heman hevkarî berdewam be.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî û Eric Chevallier “Di hevdîtinê de rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, encamên hilbijartinên encûmenên parêzgehên Îraqê û navçeyên madeya 140, pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn û navçeyê bi giştî gotûbêj kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst