Îran: Êrişa me ya yekem bi dawî bû

14-04-2024
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnertiya Daimî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Îranê ragihand ku qonaxa yekem a êrişa li ser Îsraîlê bi dawî bû û nabe Amerîka destêwerdanê di nakokiyan de bike.

Nûnertiya Daimî ya NYyê ya Îranê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Xê de êrişa asîmanî ya Îranê ya dijî Îsraîlê nirxand. 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Îran di çarçoveya madeya 51emîn a Peymana NYyê mafê xwe yê parastina meşrû pêk anî.

Nûnertiya Daimî ya NYyê ya Îranê herwiha got, “Ev bersiva êrişa rejima siyonîst a dijî mîsyona dîplomatîk a li Şamê ye.”

“Ev kar ji bo niha bi dawî bû”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Ev kar ji bo niha bi dawî bû. Eger Îsraîl şaşiyeke din bike dê bersiva vê girantir be."

Herwiha di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku pevçûn di navbera Îran û Îsraîlê de ye û "Amerîka divê ji vê dûr bisekine."

Spaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan bi çend dron û mûşekên Kruiseyê êrişî Îsraîlê kir.

Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê, Supay Pasdaran a Îranê derbarê êrişê de daxuyaniyek weşand.

Spaya Pasdaran a Îranê ragihand ku “Ev êriş bersivek e ji cinayetên rêjîma siyonîst re.”

Li gorî medyaya Îsraîlê, Îranê bi dronan û mûşekan êrîşeke mezin li dijî Îsraîlê pêk anî.

Herwiha rêberê dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamaneyî jî li ser hesabê xwe yê tora medyayî ya Xê got, “Rejima siyonîst tê cezakirin.”

Televîzyona fermî ya hikûmeta Îsraîlê KANN ragihandibû ku êrişa Îranê ya dihat çaverêkirin bi dronan dest pê kir.

KANN diyar kir ku di êrişê de di navbera 50 heta 100 dronen kamîkaze hatine bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst