Dusseldorf (Rûdaw) - Fransa dixwaze bi yasayê rê li wê yekê bigire ku ewên mafê wan ê manê nîne zewacê bi kesekî re bikin ku welatînameya Fransî yan mafê manê li wî welatî hebe.
Vê hefteyê Encumena Pîran a Fransayê reşnivîsa qanûnekê pesend kir ku wisa dike koçberên ku mafê wan ê manê nîne nikaribin bi kesekî re ku welatînameya Fransayê heye yan mafê manê li wî welatî heye bizewicin.
Sedema pesendkirina reşnivîsê ew e ku li gorî daneyan hikûmeta Fransayê bi dehan mînakên zewacên bi vî rengî hatine eşkerekirin ku tenê ji bo wergirtina mafê manê bûne û bi rastî pêk nehatine.
Hinek medyayên Fransî behsa zêdetirî 400 mînakên sextekirina di zewacê de dikin.
Hîn jî Civata Niştimanî ya Fransayê deng li ser reşnivîsê nedaye û piştî dengdana li ser, dê bibe qanûn û bê bicihkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse