Li Fransayê koçberekî Sûrî bi kêrê 4 jê zarok 6 kes birîndar kirin

09-06-2023
RÛDAW
Li Fransayê koçberekî Sûrî bi kêrê 4 jê zarok 6 kes birîndar kirin
Li Fransayê koçberekî Sûrî bi kêrê 4 jê zarok 6 kes birîndar kirin
Nîşan Fransa Êrîşa Bi Kêrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Annecy yê Fransayê, duh li parkekê kesekî Sûrî bi kêrê êrîşî kesên derdorê kir û di encamê de 4 jê zarok 6 kes birîndar bûn.

Welatiyekî Sûrî yê bi navê Ebdilmesîh H. yê 31 salî li parkeke li ber golê ya bajarê Annecy yê Fransayê bi kêrê êrîşî welatiyan kir, di encamê de 4 jê zarok ku temenê wan di navbera 22 mehî û 3 salî de ne bi giştî 6 kesan birîndar kirin.

Li gorî medyaya fransayê di nav birîndaran de zarokekî Brîtanî yê sê salî û yekî  jî Hollandî hene. Du kesên mezin jî birîndar bûn, ku rewşa yek ji wan giran e.

Gumanbarê ku ji aliyê medyaya Fransî ve wek Ebdulmesîh H. hatiye binavkirin, 10 sal in li Swêdê xwediyê statuya penaberiyê bûye, daxwaza wî ya penaberiyê hatiye redkirin.

Herwiha li gorî rayedarên Fransî Êrîşkarî Sûrî bi birîndarî ji aliyê polîsên Fransî ve hat desteserkirin

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron vê êrîşê wekî "êrîşa tirsonek" bi nav kir û got “Milet matmayî ye. Em xema mexdûran û malbatên wan û dezgehên hawarçûnê dixwin.”

Piştî êrîşê Serokwezîra Fransayê Elisabeth Borne jî bilez çû cihê bûyerê.

Serokwezîra Fransayê Elisabeth Borne anî ziman “Zanyariyên destpêkê di vê qonaxê de tawanbar Sûrî ye û bo dema 10 salan li Swêdê penaxwaz bû, vê dawiyê daxwaza mafê mabûnê li Fransayê kiriye. Lêkolîn jî nîşan didin ku berê tawan nekirine û berê jî pirisgirêka derûnî li balê nîne.”

Seroka Parlamentoya Fransayê Yael Braun-Pivet ragihand “Çend zarokên zêde biçûk di rewşeke hestyar de ne. Daxwazê li we dikim kêliyekê wek rêzgirtinê bo wan û malbatên wan rawestin ser pêyan. em hêvîdar in ku encamên vê êrîşa giran nebin sedema xemgîniya miletê.”

Bi gotina polîs, lêkolîn derbarê pêkanîna tawanê de ji aliyê tohmetbar ve berdewam e.

Dadwerê bajarokê Annecy yê Fransayê jî dibêje ”Li gor lêkolînên destpêkê diyar bûye ku ev bûyer ne terorîstî ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst