Xwendekareke Kurd li Fransayê hate xelatkirin

13-06-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Fransa Rama Bozan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keçeke Kurd a ji bajarê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, li Fransayê di bakaloriyaya pîşesaziyê de bû yekemîn.

Xwendekara Kurd a bi navê Rama Bozan li Fransa di xwendina xwe de weke staylîsta por, li seranserê Fransa bû yekemîn û bi 2 medalyayên zêrîn û yeke elmas hat xelatkirin.

Xelat ji aliyê kompanya navdar a por Coloration Wella ya Fransî ve hat dayîn. 

Rama Bozan beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Rojava bû û di derbarê xelatên ku wergirtine de bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Keça Kurd Rama Bozan diyar kir dema ku wê li Fransayê dest bi xwendinê kiriye di gelek waran de rastî zehmetiyan hatiyê lê tevî van hemû zehmetiyan hewleke zêde dayê û di encamê de jî bi ser ketiye.

Rama Bozan da zanîn ku di beşa xwe ya xwendinê li ser asta Fransayê puanê herî baş bidest xistiye û bûye yekem.

Herwiha Bozan diyar kir ku wê di warê stayla por de xelatên zêrîn û elmas wergirtine.

Li aliyê din Rama îsal biçe Medrîda paytexta Îspanyayê û beşdarî şampiyona cîhanê ya stayla por bibe.

Xwendekara Kurd Rama Bozan a 20 salî, ji gundê Dugirkê Şêxan yê Kobanê ye û ji sala 2019an ve bi malbata xwe re li Fransayê dijî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst