Amedsporê hêvî geş kirin: ‘Em dê bibin şampiyon’

14-04-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Amedsporê Kastamonuspor têk bir
Amedsporê Kastamonuspor têk bir
Nîşan Amedspor Kastamonuspor
A+ A-

Kastamonu (Rûdaw) - Amedsporê li deplasmanê rikebera xwe ya herî bihêz Kastamonuspor 1-0 têk bir.

Piştî vê encamê astengeke din jî ji pêşiya xwe rakir û gaveke din nêzîkî şampiyoniyê bû.

Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de ye, li Kastamonuyê bi tîma wî bajarî re lîst.

Lîstikvanê Amedsporê bi gola Eyup Oskan di maçê de bi ser ket. 

Amedsporê bi serkeftina xwe ya dawî puana xwe derxist 77an û lîdertiya xwe berdewam kir.

Li aliyê din Kastamonuspora ku di rêza duyem de ye, xwediyê 71 puanan e.

Ji bo lîg bi dawî bibe sê maçên Amedsporê mane.

Li Kastamonuyê her çend Amedspor neçar bû bêyî amadebûna alîgirên xwe derkeve maçê jî amadebûna protokola bajarê Amadê ji bo lîstikvanan bû moreleke mezin.

“Kastamonuyê em gelekî baş pêşwazî kirin”

Serokê Lijneya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya ji Rûdawê re got:

“Amedspora me niha yekema lîga xwe ye û sê puanan li pêş e.

Em îro jî hatine Kastamonuyê, em bawer in ku dê bi ser bikeve.

Li Kastamanoyê hem serokê şaredariyê, hem serokê tîma wan em bi gelekî baş pêşwazî kirin em spasiya wan dikin.

Li her derê li dijî Amedsporê helwesteke nexweş hebûye lê li vir wisa nebû, loma em spasiya Serokê Tîma Kastamonusporê û Serokê Şaredariya Kastamonuyê dikin.”

“Dilê her kesî bi Amedsporê re ye”

Serokê Baroya Amedê Nahîd Eren jî got:

“Berpirsiyarên saziyên Amedê li vir in, heyecana me zêde ye, ez dizanim îro li her derê li heremê dilê her kesî bi me re ye, bi Amedsporê re ye.”

Mehmet Can Kurdekî ji Agiriyê ye û ew zêdetirî 20 salan e li Kastamonuyê dijî.

Mehmet Can û keçên xwe Zelal, Avjîn û Rojda wekî alîgirên Amedsporê amade bûn.

Alîgirê Amedsporê Mehmet Can got, “Ez 20 sal in li Kastamonuyê dixebitim lê îro dilê min bi Amedsporê re ye.”

Amedspor di lîstikeke bêhemempa û têr kêlecan de bi gola Eyup Oskan pêş ket û heta dawiya maçê  derfet neda hevrikê xwe.

Bi vê encamê Amedsporê deriyê şapmiyoniya liga xwe hinekî din vekir.

“Em dê bibin şampiyon”

Alîgirê Amedsporê Cemal Agirî jî got:

“Tevî ku aligirên me nebûn em tevlî aligirên wan bûn lê Amed xweş lîst û bi ser ket em dê dawiya sezonê jî bibin şampiyon.”  

Alîgirê Amedsporê Azad Agirî jî got, “Ji bo min gelekî xweş bû em dê vê sezonê qezenc bikin.”

Di dema yariya Amedsporê de li bajarê Kastamonuyê tedbîrên cidî yên ewlehiyê hatin girtin.

Amedspor bi morala serkeftina xwe ya li Kastamonuyê dê hefteya pêşiya me jî derkeve hemberî tîma Îdirê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst