Têkçûna Amedsporê ji aliyê alîgirên wê ve rastî bertekan hat

04-12-2023
Abdulselam Akinci
Alîgirên Amedsporê/Wêne: Rûdaw
Alîgirên Amedsporê/Wêne: Rûdaw
Nîşan Amedspor Kastamonuspor Alîgirên Amedsporê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Amedspora li stadyûma xwe li hemberî Kastamonusporê 1-2 têk çû. Ev têkçûna Amedsporê ji aliyê alîgirên wê ve rastî bertekan hat.

Di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de Amedspor û duyemîna lîgê Kastamonspor li stadyûma Amedê hatin hemberî hev.

Fûtbolîstên her du tîman jî ji bo 3yê Kanûna Pêşîn Roja Astengdaran bi pankarta ku dirûşmeya “Hişmend be, ferq bike û nebe asteng” lê nivîsî bû derketên qadê.

Yarî li stadyuma Amedê bi piştgirîya zêdetirî 25 hezar alîgirên Amedsporê bi coşeke mezin dest pê kir.

Amedspor piştî 16 hefteyan têk çû

Amedsporê baş dest bi lîstikê kir û lîsikvanê wê Muhammed Enes Durmuş hîn destpêka lîstikê, di xuleka 6emîn de 1-0 tîma xwe pêş xist.

Futbolîstê Kastamonusporê Kubilay Yavuz jî di xuleka 20emîn de bersiva Amedsporê da û nîveka ewil a lîstikê 1-1 bi dawî bû.

Di nîveka duyem a lîstikê de futbolîstê tîma Kastamonusporê Yalçin Kilinç di xuleka 50î de golek avêt û lîstik bû 1-2.

Amedsporê di xuleka 55an de penaltî bi dest xist lê sûd jê wernegirt.

Di xulekên mayî de gol nehatin avêtin û Amedsporê bi encama 1-2yê îsal yekem car têk çû û xwe ji 3 pûanan kir.

“Hêviya me her dem heye”

Alîgirê Amedsporê Elî Fûad got, “Em her tim Amedî ne. Roja baş û xirab heye û hêviya me heye, her dem heye. Têkoşîneke bilind hewce dike.”

Alîgirê Amedsporê Umît Umdu anî ziman, “Ji bo MHKyê be jî, ji bo hikûmetê be jî ji bo Bahçelî be jî Amed dê bibe şampiyon bi îzna Xwedê û qelbê me yê paqij.

Ev alîgirên me, ev zarokên me ji bo Amedê dê her dem jî hebin. Amed jî heye bila her kes veya bizanin.”

Alîgirê Amedsporê Yûsûf Kiliç wiha axivî, “Em di nîveka duyem de baş lîstin lê şans nebû. Şansê me lê nehat inşalah di yariyek din de.”

Alîgirê Amedsporê Îsmaîl Ebdûllah diyar kir, “Welleh baş lîstin lê mixabin şansê wan tine bû.”

Alîgirê Amedsporê Cûma Omer got, “Hefteya were înşalah em dê qezenc bikin. Amedspor dê qezenc bike.”

Piştî 16 hefteyan têkçûna Amedsporê ji aliyê alîgirên Amedsporê ve rastî bertekan hat.

“Divê ew jî hinek xîret nişan bidin ku alîgir her tim werin”

Alîgirê Amedsporê Bîlal Başegmez ragihand, “Gazî me dikin dibêjin bila alîgir werin stadyûmê, bila tirîbûn tije bin lê em tên ew xebat û xîreta wan tine ye.

Divê ew jî hinek xîret nişan bidin ku alîgir her tim werin.”

Alîgirê Amedsporê Metîn Ercan, “Ma heyfa van alîgiran nîn e. Binêrin milet zarokên xwe hîştine hatine.

Bila bi dil û can bilîzin. Em dê piştgirîya xwe bidomînin.”

“Her sal heman çîrok”

Alîgirê Amedsporê Azad Yildiz diyar kir, “Serokê Amedsporê jî, teknîka Amedsporê jî her sal heman çîrokê pêk tînin.”

Alîgirê Amedsporê Engîn Çarnaçar anî ziman, Em tiştê wiha qebûl nakin.

Em spasî li gele xwe dikin lê em serok û fûtbolîstan hişyar dikin bila çi ji desten wan tê bikin.”

Bi vê têkçûnê re Amedsporê di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de xwe ji lîdertiyê jî kir û daket rêza duyem.

Kastamonuspor jî bi vê serkeftinê bi 34 pûanan bû lîderê Koma Sor a Lîga 2yemîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst