Kiliçdaroglu: Ez dê hesab ji wan bipirsim

30-12-2021
RÛDAW
Nîşan Kemal Kilicdaroglu Mamoste Wezareta Perwerdê Tirkiye Perwerde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê, daxwaza hevdîtina Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu qebûl nekir û rê neda ew biçe nav avahiya wezaretê. Kiliçdaroglu nerazîbûn li dijî vê biryarê nîşan da û got, “Ez wan kesan muhatab nagirim ku li gor xwesteka koşkê kar dikin,  armanca min ew e ez ji kesên li koşkê rûdinin û neheqiyê dikin, hesabê bipirsim.”

Daxwazên mamosteyan

Kemal Kilicdaroglu, duh li navenda CHPê bi mamosteyên ku di ezmûnan de puaneke bilind stendine û nehatine tayînkirin re civiya.

Mamosteyên puanên bilind distînin dibêjin, berpirsên wezaretê di ezmûnên devkî (mulaqat) de puanên kêm didin wan û bi vî awayî rê li ber damezrandina wan digrin. Mamoste dibêjin ezmûna devkî neheqî ye û divê bê rakirin. Kemal  Kilicdaroglu, ji bo vê pirsgirêka mamosteyan daxwaza hevdîtinê ji Wezîrê Perwerdeyê Mahmur Ozer kir. Lê Mahmut Ozer daxwaza hevdîtina Kilicdaroglu red kir.

`Neheqî li mamosteyan tê kirin`

Serokê CHPê, îro pişt 13.00 çû Wezareta Perwerdeyê, lê deriyê wezaretê hat girtin û zincîrkirin da ku Kilicdaroglu derbasî nav avahiya wezaretê nebe. Kemal Kiliçdaroglu li ser vê yekê li ber deriyê avahiya Wezareta Perwerdê civîneke çapemeniyê saz kir û nerazîbûn li dijî biryara  qebûlnekirina wê serdanê ji aliyê Wezareta Perwerdê ve nîşan da.

Bi gotina Kemal Kiliçdaroglu di dema ezmûnên devkî de neheqî li mamosteyan tê kirin ku ji ber vê yekê beşek ji wan tevî ku punanên zêde distînin nayên damezrandin.

Berî niha jî TUIKê rê bi Kiliçdaroglu nedabû

Kiliçdaroglu rexne li  Wezîrê Perwerdê Mahmut Ozer girtin ku daxwaza hevdîtina wî red kiriye û got: “Ez wan kesan muhatab nagirim ku li gor xwesteka koşkê kar dikin,  armanca min ew e ez ji kesên li koşkê rûdinin û neheqiyê dikin, hesabê bipirsim.”

Ev ne yekem serdana Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ye ku rê bo nayê dayîn, 3ê Mijdara 2021ê Kiliçdaroglu xwestibû biçe Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) jî, lê wê saziyê jî rê nedabû wî ku biçe nav avahiya wan û derî girtibûn.

Axaftina Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu:

 “Eger li cihekê neheqî û bê hiqûqî hebe, mafê kesekê bê xwarin û ev yek bi xwesteka koşkê bê kirin, li dijî derketina vê yekê erkê min ê herî xwezayî û mirovî ye. Li ku derê mafê kesekê bê xwarin û torpîl bê kirin, rêgirtina li vê yekê deynê li ser milê min e. Ez dixwazim herkes vê bizane.  Doh min giliyek anî ziman.  Min bihîst ku zarokên me ên di ezmûnên KPPSê de 80, 90 puanan distînin, ji ezmûnên devkî derbas nabin. Ez ligel wan axivîm. Ev yek bo vî welatî heyf û  guneh e. Heyf e bo ciwanên me. Neheqiyek mezin li dijî zarokên me heye. Ma kesek heye ku nezane malbatek di şert û mercên çawa de zarokên xwe bo ezmûnan amade dikin. Ez bang li hemû dayik û bavan dikim û li ser navê wan diaxivim.Ez li ser navê 84 milyonan bang dikim ku dilê wan li dijî neheqiyê diêşe, neheqî û bêhiqûqî heye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst