Kemal Kiliçdaroglu Xala 4an a destûrê parast

11 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kemal Kiliçdaroglu Recep Tayyîp Erdogan Zekeriya Yapicioglu Guherîna Destûrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu got, "Armanca wan ew e ku xala 4an biguherin. Eger hêza wan têrî bike dê bixwazin sê xalên pêşî jî biguherin."

Gotinên Serokê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu yên li ser guherîna Xala 4an a Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê bûn sedema nîqaşên dijwar.

Serokê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu diyar kiribû ku ew li dijî Xala 4an a Makezagonê ne û gotibû:

“Em li dijî Xala 4an in. Hûn fêhm dikin? Xala 4an îpotekkirina paşeroja nifşên nû ye.

Werin em rûnin û xalên din bi hev re binivîsin lê Xala 4an, ne her 4 xalên ewil.”

Zekeriya Yapicoglu bi gotinên xwe yên derbarê guhertina Xala 4an a Destûra Tirkiyeyê de di serî de CHP berê rexneyên beşeke mixalefeta Tirkiyeyê daye xwe.

Her wiha hinek aliyan derbarê wî di gilî jî tomar kiriye.

"Eger hêza wan têrî bike dê bixwazin sê xalên ewil jî biguherin"

Kemal Kiliçdaroglu li ser gotinên Zekeriya Yapicioglu wiha got:

"Çar xalên pêşî beriya ku HUDA PAR bikeve parlamentoyê jî hatin rojevê.

Wê demê jî me îtiraz dikir û digot 'Hûn dê çima van xalan biguherin?'

Niha HUDA PAR li ser navê AK Partiyê vê nîqaşê tîne ziman.

Beriya niha AK Partiyê ev gotin bi kar dianî. Armanca wan ew e ku Xala 4an biguherin.

Eger hêza wan têrî bike dê bixwazin sê xalên pêşîn jî biguherin."

"Heft bavên wan jî werin nikarin biguherin"

Her wiha Kiliçdaroglu tekez kir ku dê hewldanên guherîna xalên sereke yên destûrê bi ser nekevin û wiha pê de çû:

"Ji Partiya Gel a Komarî (CHP) tenê parlamenterek jî hebe, dê hêza ti kesî têrî neke ku van xalan biguherin.

Serokê HUDA PARê dibêje `Wekî ku ji ehmeqan re bibêjim min ji wan re got.`

Van gotinan ji kê re dibêje? Ji hevakêrên tifaqa xwe re dibêje? Lê belê ti kes bertekê nîşanî wî nade.

Kesên dixwazin nirxên bingehîn ên Dewleta Komara Tirkiyeyê biguherin dê bi ser nekevin.

Ji ber ku rastî berteka gel hatin paş de gav avêtin lê dev ji vê niyeta xwe bernedan.

Ne ya wan ne jî ya heft bavên wan, hêza wan têrî nake vê biguherin.

Gotinên Serokê HUDA PARê yên li ser guhertina Xala 4an di nav hevpeymanê wê AK Partiyê de jî bû sedema bertekan û destê wê li hemberî mixalefetê lawaz kiriye.

"Derbarê 4 xalên pêşîn ên destûra bingehîn de ji bo me ti nîqaş nînin"

Ji ber wê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan roja çarşemê beşdarî nîqaşa destûrê bû û bêyî ku navê Yapicoglu bîne ziman got, "Nêzîkbûnên `maksîmalîst` zererê digihînin pêvajoyê.”

Recep Tayyîp Erdogan wiha anî ziman, "Derbarê 4 xalên pêşîn ên destûra bingehîn de ji bo me ti nîqaş nînin.

Bi taybetî ti derd û pirsgrêkeke wiha ya Hevpeymaniya Cumhurê jî nîne.

Sekin, nêzîkatî û helwêsta partiya me ya li ser vê mijarê gelekî zelal e."

"Xala 4an a destûrê ya Kenan Evren e"

Zekeriya Yapicioglu doh beşdarî bultena Rûdawê bûbû û gotibû:

"Ev xala çaremîn ne xaleke ku di serdema CHP û ne jî di serdema Mistefa Kemal de hatiye çêkirin.

Sala 1982yan Kenan Evren bi xwe ew kesên ku darbe kirin serokê cuntaya leşkerî bû.

Piştre hat cezakirin û cezayê heta hetayê wergirt û rûtbeyên wî jê hatin standin.

Ew kesên ku ev yek bi qelama xwe nivîsandiye wekî îradeya damezirîner tê binavkirin û em dibêjin ev yek xelet e û bila ev xeletî ji aliyê gel vê were famkirin da ku li gorî wê em karibin li ser zemîneke rast nîqaşê li ser guherîna destûrê yan jî çêkirina destûreke nû bikin.”

Gotinên Yapicioglu ji bîlî Erdogan û Kiliçdaroglu ji aliyê gelek siyasetmedarên Tirkiyeyê ve hatibûn rexnekirin.

Li gorî Xala 4an a Destûrê, ala, awayê dewletê û paytexta wî welatî ku sê xalên bingehîn in bi ti şêweyî nayên sererastkirin û guhertin û her wiha pêşniyara sererastkirin û guhertinê jî nayê kirin.

Destûra niha ya Tirkiyeyê, sala 1982yan piştî darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî hatiye amadekirin û ji ber wê jî AK Partî dixwaze wê destûrê biguhere.

Heta niha aliyên siyasî li ser maseya danûstandinê ya destûra nû rûneniştine.

1ê Çiriya Pêşîn rûniştina Parlamentoya Tirkiyeyê dest pê dike û tê pêşbînîkirin yek ji mijarên girîng ên karnameya siyasî “Destûra Nû” be ku salek e di karnameya partiya desthilatê de ye.

Serokê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu bûbû mêvanê Tora Medyayî ya Rûdawê û mijar nirxandibû:

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst