9 meh in winda bû: Hestiyên wê hatin dîtin!

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nîhal Babayîgît Winda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hestiyên ku li navçeya Serîkê ya Antalyayê di bin axê de hatibûn dîtin ên Nîhal Babayîgîta (24) astengdar in.

Hevjînê girtî yê Nîhal Babayîgîta winda li devera Emîncelerê ya Serîkê cihek nîşan da û li wir hestiyên mirovan hatin dîtin.

Di encama testa Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê de hat tesbîtkirin ku hestî yên Nîhal Babayîgîtê ne.

Hestiyên ku ji aliyê bavê wê, Vedat Babayîgît ve hatin wergirtin, doh li navçeya Serîkê hatin veşartin.

Piştî ku hestî hatin dîtin Vedat Babayîgît ji bo testa DNAyê çû Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê.

Babayîgît diyar kir ku di encama testên ku li saziyê hat kirin de hat zanîn ku hestî yên keça wî Nîhalê ne.

Çi bûbû?

Li ser agahdarkirina malbata Nîhal Babayîgîta astengdar a ku 9ê Çiriya Pêşîna 2023yan li Serîkê winda bûbû û ji bo dîtina wê lêkolîn hat destpêkirin.

Her wiha M.Byê ku demeke kurt bi mehra mele bi wê re jiyabû û hevjîna wî B.G. hatibûn desteserkirin.

M.B ji aliyê dadgeriyê ve hat girtin û B.G. bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst