Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heyama nû ya perwerdeyê sibe dest pê dike

08-09-2024
RÛDAW
Nîşan Perwerde Xwendin Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li saziyên perwerdeya seretayî û navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê sala perwerde û hîndekariyê ya 2024-2025an dê sibe dest pê bike.

Piştî betlaneya havînê, qasî 20 milyon xwendekar û 1,2 milyon mamoste dê ji bo heyama nû ya xwendinê li nêzîkî 74 hezar dibistan dest bi perwerdeyê bikin.

Ji bo xwendekarên ku dest bi perwerdeya pêşdibistanê kirin û xwendekarên pola yekem ên dibistana seretayî di navbera 2 û 3yê Îlonê de perwerdeya destpêkê hatibû dayîn.

Ji bo xwendekarên ku dest bi dibistana navîn bikin jî dê vê hefteyê xebatên rêberiyê bên kirin.

Mufredata nû dê dest pê bike

Îsal mufredata nû ya ku di çarçoveya “Modela Perwerdeya Sedsalê ya Tirkiyeyê” de hatiye amadekirin dê cara ewil di pêşdibistan û polên 1, 5 û 9an de bê hînkirin.

Bi gotina rayêdaran bi mufredata nû naveroka dersan ji sedî 35 hat hêsankirin.

Ji bo vê mufredatê mamoste hatin perwerdekirin û pirtûkên dersan bê pere gihîşt li ber destê xwendekaran.

Navbera ewil dê di navbera 11-15yê Çiriya Paşîn de be

Di navbera 11 û 15yê Çiriya Paşîn a 2024yan da betlaneya ewil a salê dê bê kirin.

Serdema yekem a sala xwendinê ya nû dê di 17yê Çileya Paşîn a 2025an de roja înê bi dawî bibe.

Navbera serdema yekem wê 20ê Çileya Paşîn a 2025an roja duşemê dest pê bike û 31ê  Çileya Paşîn a  2025an roja înê bi dawî bibe.

Serdema duyem jî dê 3yê Sibata 2025an roja duşemê dest pê bike û dê 20ê Hezîrana 2025an roja înê bi dawî bibe.

Navbera serdema duyem jî dê 31ê Adara 2025an roja duşemê dest pê bike û wê 4ê Nisana 2025an roja înê bi dawî bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst