Edene - Li kesekî ji Rojavayê 6 sal ceza hat birîn

10 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan PKK Rojavayê Kurdistanê Ceza Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Edeneyê yê Tirkiyeyê, li kesekî ji Rojavayê Kurdistanê yê ku bi hinceta PKKyê girtî dihat darizandin 6 sal û 3 meh ceza hat birîn

Li gorî ajansa fermi ya Tirkiyeyê, “rûniştina welatiyê girtî yê ji Sûriyeyê yê bi navê B.S.E. li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat kirin.”

B.S.E. bi rêya Sîstema Deng û Reng (SEGBIS) beşdarî rûniştina dozê bû.

Dozgeriyê îdia kir ku B.S.E li Rojavayê Kurdistanê di nav  “PKKyê de bi awayekî çalak çalakî meşandine, nasnav bi kar aniye û li ser navê rêxistinê zanyarî kom kirine.”

Dozger xwest ku bi tohmeta “endamtiya rêxistina çekdarî” ceza li B.S.E. bê birîn û rewşa wî ya girtî berdewam bike.

B.S.E.yê ku bi rêya wergêr parastina xwe dikir, îdia red kirin û xwest bê berdan.

Heyeta dadgehê bi hinceta “endamtiya rêxistina çekdarî” 6 sal û 3 mehan ceza li B.S.E birî û biryar da ku rewşa wî ya girtî berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst