STENBOL - Şaredariya Tuzlayê ‘Xwaringeha Gerok’ danî

8 demjimêr berê
RÛDAW
Xwaringeha Gerok a Şaredariya Tuzlayê\ Wêne: Rûdaw
Xwaringeha Gerok a Şaredariya Tuzlayê\ Wêne: Rûdaw
Nîşan Xwaringeha Gerok Strenbol Şaredariya Tuzlayê Qeyrana Aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji ber qeyrana aborî û zêdebûna hejariyê, şaredariyên bajar û bajarokan hewl didin bi hinek projeyan barê ser milê welatiyan sivik bikin.

Li navçeya Tuzlayê ya Stenbolê, şaredariyê “Xwaringeheke Gerok” çêkiriye û xwarinê bi erzanî dide welatiyan.

Li wê xwaringehê şaredarî çar cureyên xwarinê bi 40 lîreyî ango bi dolarek û 17 sentan difiroşe.

Rojane hezar kes dikare xwarinê li wê xwaringehê bixwe û di nava hefteyê de rojane ji saet 12:00an heta 17:00an vekirî ye û tax bi tax digere.

Di çarçoveya projeya alîkariya civakî de şaredariyê li “Xwaringeheke Gerok” dest bi dayîna xwarina erzan kiriye.

Welatî dibêjin di vê krîza aborî de karekî wiha ji bo wan dibe piştgiriyeke baş.

“Ez ji vê xizmetê gelekî kêfxweş im”

Şêniyê ji Stenbolê Malî Aker li ser projeya şaredariyê got:

“Ji ber vê xizmetê em spasiya Şaredariya Tuzlayê dikin.

Bi 40 lîreyan xelk tê vir xwarinê dixwe, em li bendê ne berdewamiya van xizmetan hebe.”

Xwendekar jî berê xwe didin projeya şaredariyê ya xwarinê.

Xwendekar Ekrem Ayyilmaz jî anî ziman:

“Nirxê xwarinê gelekî guncav e. Ez xwendekar im û li derve bi vî bihayî xwarin bi destê mirov nakeve.

Ez bi vê xizmetê gelekî kêfxweş bûm.”

Li xwaringehê rojane xwarina ku têra hezar kesî bike tê amadekirin.

Xwaringeha gerok dê her roj li taxeke navçeyê be.

“Ev xizmeteke gelekî baş e”

Cuneyt Başaran karker e û wî jî li ser vê projeyê da zanîn:

“Ser xêrê be, em gelekî kêfxweş bûn. Bi taybetî ji bo kesên wekî me ku dixebitin xwarina ji derve bûye luksek.

Ji bo kesên wekî me kêmdahat xizmeteke gelekî baş e.”

Welatiyê bi navê Metîn Guven ji şaredariyan dixwaze ku vî karî bikin."

Li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî bi armanca piştgiriyê xwaringehên bajêr ji aliyê şaredariyan ve hatine vekirin.

Li wan xwaringehan jî wekî xwaringeha gerok a Stenbolê bi nirxekî erzan welatî dikarin xwarinê bixwin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst