Sala nû ya xwendinê dest pê kir: ‘Êdî zarokên feqîran nikarin bixwînin!’

09-09-2024
RÛDAW
Sala nû ya xwendinê dest pê kir / Wêne: ANKA
Sala nû ya xwendinê dest pê kir / Wêne: ANKA
Nîşan Xwendin Tirkiye Bakurê Kurdistanê Perwerde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala xwendinê ya 2024-2025an dest pê kir.

Ji ber rewşa xirab a aborî malbatan nikaribû tiştên ku pêwîst in ji zarokên xwe re bikirin.

Hejmareke zêde ya zarokan ji ber ku bi dilê xwe çenteyên xwe yên dibistanê tijî nekirine, yan jî cilên nû li xwe nekirine bi dilekî şikestî dest bi xwendinê dikin.

Şêniyê Enqereyê Halîl Sezgîn li ser sala nû ya xwendinê got:

“Li gorî par tişt ne 2 qatan tam 10 qatan giran bûne.

Divê çareyek ji vê rewşê re were dîtin û enflasyonê daxin. Em welatî di rewşeke xirab de ne.

Bila rayedar dengê me bibihîzin. Em pêdiviyên xwe bi kartên krêdiyê dikirin û deynê me dikeve ser hev.”

Esnafên pêdivî û cilên dibistanê difiroşin jî dibêjin, rewş gihiştiye wê astê hinek malbatên ku 2-3 zarokên wan hene cilekî dikirin û zarok bi dorê li xwe dikin.

Firoşkarekî cilên dibistanê ku behsa bihayan dike dibêje îsal kêm kesan ji zarokên xwe re cil kirîne û bazara wan nebûye.

Firoşkarê cilan Mehmet Unal jî anî ziman:

“Îsal em hewl didin taximek cilên seretayî bi hezar û 800 lîreyî, ê navîn bi 2 hezaran û yên amadeyî jî bi 2 hezar û 200 lîreyî bifiroşin lê dîsa jî kar gelekî xirab e û firotin nîne.”

“Êdî zarokên feqîran nikarin bixwînin”

Welatiyekî jî gazin ji sîstema perwerdeyê ya Tirkiyeyê kirin û da zanîn:

“Ji ber ku xerciyên malbatan a şandina dibistanê nînin êdî zarokên feqîran nikarin bixwînin.”

Welatiya bi navê Betul Oncel got:

“Dema keça min a biçûk dest bi xwendinê kir min wê demê zanî ku li vî welatî perwerde nemaye.

Êdî wê zarokên feqîran nikaribin bixwînin.

Berê zarokên feqîran jî dibûn endazyar û bijîşk lê niha ew jî nema.”

Tevî hemû zorî û zehmetiyên xerciyên xwendinê, îro li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 20 milyon xwendekarên ku di dibistanên seretayî, navîn û amadeyî de dixwînin û 1,2 milyon mamosteyan dest bi sala nû ya xwendinê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst