Li Tirkiyeyê 455 hezar zarokên biyanî naçin dibistanê

21-10-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Perwerde Zarokên Biyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê ragihand ku 455 hezar zarokên biyanî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê naçin dibistanê.

Li gorî amarên Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê milyonek û 448 hezar û 638 hezar zarokên biyanî yên di temenê dibistanê de hene.

Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê diyar kir ku ji wê hejmarê tenê 993 hezar û 336 ji wan diçin dibistanê û 455 hezar û 302 zarok jî naçin dibistanê.

Bi wateyeke din ji 10 zarokên biyanî 3 ji wan ji xwendinê bêpar in.

Li gorî Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê 519 hezar û 846 zarokên biyanî di qonaxa dibistana seretayî de ne.

Navê 410 hezar û 654 ji van li dibistanan hatiye tomarkirin.

Rêjeye çûna dibistanê di nav zarokên biyanî de di pola yêkê de ji sedî 95,6 e lê ew rêje di pola sêyemîn ji sedî 60.5 û di pola çaremîn û pêncemîn de ji sedî 76 heta 77 dadikeve.

Rêjeya herî zêde ya çûna dibistanê ya zarokên biyanî di pola yekemîn de ye.

Ji dibistana navîn û şûnde rêjeya çûna dibistanê ya zarokên biyanî her diçe dadikeve.

Hejmara xwendekarên biyanî ku divê li dibistanên navîn bin 442 hezar û 350 e lê tenê 355 hezar û 19 ji wan diçin dibistanê.

Di qonaxa navîn de rêjeya çûna dibistanê wiha ye: Pola 5emîn ji sedî 85.3, pola 6emîn ji sedî 83.5 û di polên 7emîn û 8 emîn de jî bo ji sedî 70 heta 73 dadikeve.

Rewş xirab di qonaxa amadehiyê ya dibistanê de ye. Ji ber ji her 2 zarokên biyanî ku di temenê dibistana navîn de ne, navê 1 ji wan li ti dibistanekê nehatiye tomarkirin.

Ji 344 hezar zarokên biyanî yên di temenê qonaxa amadehiyê ya dibistanê de tenê 163 hezar û 445ê wan diçin dibistanan.

Li qonaxa amadehiyê rêjeya çûna zarokên biyanî ya dibistanê wiha ye:

Pola 9emîn ji sedî 66.15

Pola 10emîn ji sedî 38.5

Pola 11emî ji sedî 23

Pola 12emîn ji sedî 22 dadikeve.

Wate ji her 10  xwendekarên di temenê qonaxa amadehiyê de 7.5ê wan ji xwendinê bêpar in.

Hejmara zarokên biyanî yên di temenê qonaxa amadeyî de bi giştî 163 hezar û 922 ye lê tenê 39 hezar û 168 wan diçin dibistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst