Rapirsî: DEM Partî derketiye rêza sêyemîn

9 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rapirsî Saros DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Kompanya Lêkolînan a Sarosê, dengên DEM Partiyê zêde bûne û partî derketiye rêza sêyemîn.

Kompanya Lêkolînan a Sarosê, encamên rapirsiya xwe ya bi navê “Rojeva Tirkiyeyê û Siyaset”ê belav kirin.

Ew rapirsî di navbera 4 û 11ê Îlona îsal de hatiye kirin.

Rapirsî li gel 3 hezar û 126 kesan, bi alîkariya telefon û kompûterê hatiye kirin.

Li gorî rapirsiyê rêjeya dengên CHPyê ji sedî 34,1 e ku di hilbijartina parlamentoya ya 14ê Gulana 2023yan de ji sedî 25,35 bû.

Li gel vê yekê, rêjeya dengên DEM Partiyê jî zêde bûye û derketiye ji sedî 9,4an.

DEM Partî bi vê rêjeyê bûye sêyemîn partiya Tirkiyeyê.

Her wiha rêjeya dengên AK Partiyê jî li gorî hilbijartinên parlamentoyê kêm bûye û daketiye ji sedî 30,3an.

Li gorî rapirsiyê rêjeya dengên partiyên siyasî:

  • CHP: Ji sedî 34,1
  • AK Partî: Ji sedî 30,3
  • DEM Partî: Ji sedî 9,4
  • MHP: Ji sedî 8,7
  • Yenîden Refah: Ji sedî 4,9
  • ÎYÎ Partî: Ji sedî 3,8
  • Partiya Zafer: Ji sedî 2,6

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst