Ozgur Ozel li ser desteserkirina Ahmet Ozer got: Em kumpasa mezin dibînin

9 demjimêr berê
Nîşan Ozgur Ozel Ahmet Ozer Desteserkirin Daxuyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel li ser desteserkirina Serokê Şaredariya Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer got, “Em lîstika kirêt û kumpasa mezin dibînin.”

Serokê Şaredariya Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer vê sibehê hat desteserkirin.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel bi rêya hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî desteserkirina Ahmet Ozer da.

Ozgur Ozel bi bîr anî ku Ozer li qada akademîk gelek salan xizmetên hêja kirine û got:

“Miameleya ku li zana, rûspî û siyasetmedarekî ku bi dengên Esenyurtiyan hatiye hilbijartin neheqî ye û bingeha angaştan nîne.”

“Em teslîm nabin”

Ozel diyar kir ku bûyer bi rûdanên çend hefteyên dawiyê re pêwendîdar e û anî zimên:

“Em lîstika kirêt û kumpasa mezin dibînin. Ne em dibîn parçeyekî wê û ne jî em teslîm dibin.”

Divê were gotin ku Şaredariya Esenyurtê ya Stenbolê di destê CHPyê de ye.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daxuyanî da

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku Ahmet Ozer di çarçoveya xebatên tesbîtkirina endam û çalakiyên PKKyê de hatiye girtin.

Serdozgeriya Komarê got ku Ahmet Ozer bi Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal re bi rêya telefonê axiviye.

Ahmet Ozer ji Wanê ye

Serokê Şaredariya Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer ji Wana Bakurê Kurdistanê ye.

Divê were gotin ku Ahmet Ozer namzedê “lihevkirina li bajaran” a CHP û DEM Partiyê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst