Ozgur Ozel dê biçe serdana Ahmet Ozer

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ozgur Ozel Ahmet Ozer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel dê roja îne biçe serdana Serokê Şaredariya Esenyurtê ya Stenbolê Ahmet Ozer.

Serokê Şaredariya Esenyurtê Prof.Dr. Ahmet Ozer 30ê Çiriya Pêşîn a 2024an bi hinceta “endamtiya PKKyê” hatibû girtin.

31ê Çiriya Pêşîn jî bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm li şûna wî hatibû danîn.

Serokê CHPyê Ozgûr Ozel ji bo li girtîgeha Sîlîvriyê ya Stenbolê Ozer ziyaret bike serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dabû.

Li gorî zanyariyan Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê piştî 28 rojan destûr da ku Serokê CHPyê biçe serdana Ahmet Ozer.

Serokê CHPyê dê 29ê Çiriya Paşîn a 2024an biçe serdana Serokê Şaredariya Esenyurtê.

Serokê Şaredariya Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer ji parêzgeha Wanê ya  Bakurê Kurdistanê ye û di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara îsal de di çarçoveya stratejiya “lihevkirina li ser bajaran” de namzedê hevbeş ê CHP û DEM Partiyê bû.

Ahmet Ozer bi rêjeya ji sedî 49,04ê dengên xelkê Esenyurtê hat hilbijartin ku beşeke zêde ya xelkê wê navçeya Stenbolê Kurd in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst