HDP û YSP dê nexşerêya nû gotubêj bikin

30-07-2023
RÛDAW
Nîşan HDP YSP Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya rêveberiya navendî ya her du partiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk (YSP) ji bo gotubêjkirina nexşerêyeke nû dê li Enqereyê bicivin.

Civîna HDP û YSPyê dê sibe saet 11.00an li Navenda Giştî ya HDPyê ya li Enqereyê dest pê bike.

Hevserokên HDPyê Pervin Buldan û Mithat Sancar Hevberdevkên YSPyê Çigdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin dê serokatiya civînê bikin.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê medyaya nêzîkî HDPyê ve hatine belavkirin, dê bi taybetî rewşa HDPyê were gotûbêjkirin ku gefa girtinê li ser heye.

HDPyê 5ê Tîrmehê dest bi hevdîtinên bi xelkê re kiribû û biryar e, encamên wan hevdîtina jî di civîna sibê de bêne gotûbêjkirin.

Herwiha dîroka kongre û konferansên li pêşiya her du partiyan jî dê mijareke din civîna HDP û YSPyê be.

Doza girtina HDPyê û gefa daxistinê wê jî dê were gotubêjkirin.

Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin di wê civînê de gelek mijar hene û ya ku herî zêde derdikeve pêş ev ku "dê HDP wek xwe bimîne lê xebatên çalak dê bi rêya YSPyê bên meşandin"

Herwiha biryar e di civînê de komisyona amadekariya kongreya YSPyê bê avakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst