Hevjîna Demirtaş hin nakokiyên di nav HDPê de aşkere kirin

07-06-2023
Navenda Giştî ya HDPê li Enqerê.
Navenda Giştî ya HDPê li Enqerê.
Nîşan HDP YSP Başak Demirtaş Selahattin Demirtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Çepên Kesk YSP û Partiya Demokratîka Gelan HDP encama hilbijatinan dinirxînin û qonaxa piştî wê û nexşerêyeke nû ya xebatê jî gotubêj dikin. Hevjîna Selahattin Demirtaş, Başak Demirtaş jî hin nihênî derbarê nakokiyên di nav HDPê de aşkere kirin.

Roja sêşemê  endamên Encumena Navendî yên van her dû partiyan li Enqere civiyan.

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk, Îbrahim Akin dibêje: “Di aliyê armancên me yên siyasî de divê em rûbirûyî kêmasî û lawaziyên xwe bibin. Her wek ku me ji xwe re kir armanc, hemû hewildanên me ji bo guhertina rejîma koşkê bûn. Lê di nav binketina opozisyonê de bi giştî, em para xwe jî qebûl dikin”

YSP û HDP ji ber detnîşannekirina berbijêrekî bo posta Serokkomariyê û hevpeymaniya li gel çend partiyên çep ên Tirkiyê di hilbijartinên vê carê de, rastî gelek rexneyan hatine.

Başak Demirtaş, Hevjîna hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş ku ev 6 sal û nîv e di girtîgehê de ye û di 31ê Gulanê de ragihand ku dest ji siyaseta çalak berdide dibêje; “Selahattin Demirtaş sê caran daxwaz kir bibe berbijêrê Serokkomariyê, lê bersiva wî nedan. Li ser berbijêrbûnê yek gotin jî ji Selahattin re negotin. Ji Selahattin re gotin difikirin jineke Tirk bikin berbijêr. Li beramberî wê yekê Selhattin pêşniyar kir birêz Gultan Kişanak bibe berbijêr.”

HDPê ji ber berdewamkirina doza daxistinê ya li Dadgeha Destûrê, îsal li ser navê YSPê beşdarî hilbijartinên Serokkomariyê û Parlementoyê yên Tirkiye bû.

Li gor hilbijartinên sala 2018ê hejmara kursiyên wê ji 67 kursiyan daket 58 kursiyan.

Weke ku hatiye ragihandin HDP dê payîza îsal kongreyeke awarte saz bike. Hevserokên HDPê ragihandin, di wê kongreyê de ew dê nebin berbijêr.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst