Rapirsiya Gezici: Li Tirkiyê ji her 3 kesan 2 kes deyndar in

27-06-2022
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Rapirsiya Gezici Deyndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya dawî ya Navenda Lêkolînan a Gezici, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji %74.8ê welatiyan rewşa aborî wek pirsgirêka herî girîng dibînin û ji her 3 kesan 2 kes dibêjin ku ew deyndar in.

Navenda Lêkolînan a Gezici encamên rapirsiya xwe ya “Rewşa Aborî” ku di navbera 28 û 29ê Gulana 2022ê de li 14 parêzgehan ligel 1570 kesan pêk aniye eşkere kir.

Li gor rapirsiyê ji %60.6ê beşdaran gotine deyndar in û ji %39.4 jî gotine deynê wan nîne. Herwiha li ser pirsa “Niha pirsgirêka herî girîng ya Tirkiyê çi ye?”, beşdaran wiha bersiv dane:

Aborî-Zehmetiya Debara Jiyanê:  %74.8 

Bêkarî:  %43.2

Nexweşî:  %34.4

Hiqûq-Dadwerî: %32.7

Perwerde:  %18.8

Penaber û Koçber: %15.6

Teror: %13.8

Gendelî: %11.7

Demokrasî-Azadiya Ramanê: %10.1

Endamnebûna Yekîtiya Ewropayê: %5.8

Polîtîkaya Derve: %4.2

Pîsbûna Jîngehê: %1.3

Di rapirsiyê de ji %62.4ê beşdaran wek sedema rewşa xirab a aboriya Tirkiyê “polîtîkayên şaş ên hikûmeta AKPê” nîşan dane û ji %29.9an jî gotine “ev operasyoneke hêzên derve ye li dijî Tirkiyê.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst