Tulay Hatîmogullari: Deriyê lihevkirina bi Şamê re Kobanî ye

02-07-2024
Nîşan Tulay Hatîmogullari Sûriye Tirkiye Pêwendî Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê got, “Deriyê rast ê lihevkirina bi Şamê re Kobanî û Qamişlo ne.”

Tulay Hatîmogullari di civîna partiya xwe ya li Parlementoya Tirkiyeyê de axivî û mijarên li rojevê nirxandin.

“Divê bi Kurdan re jî bicive”

Tulay Hatîmogullariyê li ser peyamên Serokê Sûriyeyê Beşar Esed û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ên li ser asayîkirina pêwendiyan got:

“Bê goman divê desthilat ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan bi Esad re bicive lê di heman demê de divê bi Kurdan re, bi Qamîşloyê re jî bicive.

Deriyên rast ên lihevkirina bi Şamê re Kobanî û Qamişlo ne.”

Piştî bûyerên li Qeyseriyê û peyamên normalkirina pêwendiyan, li Sûriyeyê êrişî barhilgirên Tirkiyeyê hatibû kirin û li gelek bajarên Tirkiyeyê jî êrişî Sûriyeyiyan hatibû kirin.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li ser van bûyeran jî wiha axivî:

“Bi salan e bi oparasyonên derveyî sînor hûn midaxeleyî karên navxwe yên Sûriyeyê dikin.

Hûn midaxeleyî karên navxwe yên Lîbyayê diki, hûn midaxeleyî karên navxwe yên Îraqê dikin û bi qasî ku hêza we têrê bike hûn midaxeleyî karên Îranê dikin.

Me tim ev siyaseta we ya derve rexne kir, me got ‘Çi karê we heye li wan welatan? Hûn çima midaxeleyî karên navxwe yên wan welatan dikin?

Em ji vir careke din vê pirsê ji vê desthilatê dikin.”

Çi bûbû?

Li parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê kesekî ji Sûriyeyê destdirêjî li zarokeke 5 salî ya Sûriyeyî kir.

Piştî ku bûyer hat bihîstin, gelek kes kom bûn. Girseya hêrsbûyî xanî, dikan û otomobîlên Sûriyeyiyan şewitandin.

Li hêla din, Serokê Sûriyeyê Beşar Esed û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser asayîkirina pêwendiyan peyaman didin.

Piştî van peyaman, li Sûriye û herêmên Rojavayê Kurdistanê yên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ji ber egera pêwendiyên Enqere û Şamê xwepêşandanên tund tên lidarxistin.

Li bajarên Efrîn, Mare, El-Bab, Ezaz, El Raî û Îdlibê yên di bin dagirkeriya grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê de ne, gelek çalakiyên mezin hebûn.

Alayên Tirkiyeyê hatin daxistin

Di çalakiyan de alayên Tirkiyeyê hatin daxistin, posterên Erdogan hatin şewitandin, barhilgirên ku ji Tirkiyeyê derbasî nav Sûriyeyê bûn hatin gulebarankirin û şewitandin.

Li Efrînê şer û pevçûn

Hat ragihandin ku li Efrînê jî wesayîtên ku ji Tirkiyeyê dihatin bi heman awayî rastî êrişan hatin.

Xwepêşandanên li dijî Tirkiyeyê yên li Efrînê berfireh bûne û li hin deveran şer û pevçûn derketin û gelek kes birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyeke herêmî, di encama şer û pevçûnan de kesek hatiye kuştin û 7 kes jî birîndar bûne.

Li Tirkiyeyê gelek êriş hene

Piştî van bûyeran li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên wekî Hatay, Edene, Qeyserî, Bursa, Riha, Dîlok û Kilîsê êrişî Sûriyeyiyan hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst