Ji bo 5 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hişyarî hat dayîn

23-06-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Hişyarî Lehî Barîna Baranê Ba û Bahoz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ragihand ku li 2 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û 3 parêzgehên Tirkiyê dê baraneke gur bibare û divê ji ber egera lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiye roja Înê 23ê Hezîrana 2023an ji bo parêzgehên Çewlig û Erzerom ên Bakurê Kurdistanê û ji bo parêzgehên Trabzon, Artvin û Rize yên Tirkiye hişyariya barana gur daye.

Li gor daxuyaniya saziya navborî dê li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê baran bibare lê li parêzgehên Çewlig û Erzeromê egera lehiyê heye.

Herwiha hişyarî hatiye dayîn ku li Deryaya Spî jî dê ba û bahoz hebe û ji bo rewşên nerênî di çûnûhatinê de çênebin divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst