Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê bi Hevserokên DBPyê re civiya

03-07-2024
RÛDAW
Nîşan Numan Kurtulmuş DBP Keskîn Bayindir Çigdem Kiliçgun Uçar Destûra Nû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş bi Hevserokên DBPy Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar re civiya.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di çarçoveya hevdîtinên destûra nû de berî niha li parlamentoyê çûbû serdana partiyên siyasî yên ku li parlamentoyê grûbên wan hene û bi nûner û berpirsên wan re civiyabû.

Kurtulmuş piştre jî dest bi hevdîtinên bi berpirsên partiyên siyasî yên ku li parlamentoyê grûpa wan nîne kiribû.

Kurtulmuş di çarçoveya wan hevdîtinan de li odeya xwe ya li parlamentoyê bi Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar re civiya.

Civîn derdora demjimêrekê berdewam kir.

“Hikûmeta Tirkiyeyê pabendî destûra niha nabe”

Li gorî zanyariyan, Hevserokên DBPyê di civînê de anîne ziman ku Hikûmeta Tirkiyeyê pabendî destûra niha nabe.

Herwiha Hevserokên DBPyê tekez kiriye ku divê destpêkê nehiqûqiyên li Tirkiyeyê bên bidawîanîn.

Hevserokên DBPyê herwiha gotine ku ew dê sûdê bigihînin proseya destûreke nû ya li ser prensîb û bingehên demokratîk.

Civîn piştî pevguherîna nerînan bi dawî bû.

Hewlên destûra nû

Ev demek e Hikûmeta AK Partiyê dixwaze destûra niha Tirkiyeyê biguherîne û destûreke nû binivîse.

Lê belê ji bo vê yekê pêwîstiya wê bi piştgiriya partiyên mixalefetê heye.

Mixalefet jî dibêje hikûmet pabendî destûra heyî nabe û divê destpêkê destûra heyî cîbicî bike da ku ew piştevaniyê li pêngava destûra nû ya hikûmetê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst