Êriş berbelav dibin: Li gelek bajaran êrişî Sûriyeyiyan hat kirin!

02-07-2024
Nîşan Tirkiye Sûriye Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hatay, Edene, Qeyserî, Bursa, Riha, Dîlok û Kilîsê êrişî Sûriyeyiyan hat kirin.

Li parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê kesekî ji Sûriyeyê destdirêjî li zarokeke 5 salî ya Sûriyeyî kir.

Piştî ku bûyer hat bihîstin, gelek kes kom bûn. Girseya hêrsbûyî xanî, dikan û otomobîlên Sûriyeyiyan şewitandin.

Li hêla din, Serokê Sûriyeyê Beşar Esed û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser asayîkirina pêwendiyan peyaman didin.

Piştî van peyaman, li Sûriye û herêmên Rojavayê Kurdistanê yên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ji ber egera pêwendiyên Enqere û Şamê xwepêşandanên tund tên lidarxistin.

Li bajarên Efrîn, Mare, El-Bab, Ezaz, El Raî û Îdlibê yên di bin dagirkeriya grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê de ne, gelek çalakiyên mezin hebûn.

Alayên Tirkiyeyê hatin daxistin

Di çalakiyan de alayên Tirkiyeyê hatin daxistin, posterên Erdogan hatin şewitandin, barhilgirên ku ji Tirkiyeyê derbasî nav Sûriyeyê bûn hatin gulebarankirin û şewitandin.

Li Efrînê şer û pevçûn

Hat ragihandin ku li Efrînê jî wesayîtên ku ji Tirkiyeyê dihatin bi heman awayî rastî êrişan hatin.

Xwepêşandanên li dijî Tirkiyeyê yên li Efrînê berfireh bûne û li hin deveran şer û pevçûn derketin û gelek kes birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyeke herêmî, di encama şer û pevçûnan de kesek hatiye kuştin û 7 kes jî birîndar bûne.

Li Tirkiyeyê gelek êriş hene

Piştî van bûyeran li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê êrişî Sûriyeyiyan hat kirin.

Li navçeyên Reyhanli û Kirikhanê yên Hatayê, li parêzgehên Edene, Qeyserî û Bursa yên Tirkiyeyê êrişî xelkê ji Sûriyeyê hat kirin.

Herwiha li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê û parêzgehên Dîlok û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê  jî nijadperestên Tirk êrişî welalatiyên Sûriyeyê kirin.

Nijdperastan agir berda dikan û otomobîlên Sûriyeyê, li Dîlokê ciwanê ku ji kar vedigeriya malê bi kêran hat birîndarkirin.

Hatay

Alozî û êrişan şeva borî dest pê kir û heta derengiyê şevê berdewam kir.

Li Navçeya Reyhanliyê ya Hatayê berê êvarî nijadperestan êrişî dikanên welatiyên Sûriyeyê yên li Bazara Çarşemê kir.

Xwediyên dikanan deriyên dikanên xwe girtin û ji malên xwe derneketin.

Demjimêr 21:00ê li heman navçeyê gelek kesên ku di destên wan de alayên Tirkiyeyê hebûn, li ber şaredariya bajêr kom bûn û diruşmên “Em penaberan naxwazin” bilind kirin.

Hêzên ewlehiyê li bajêr tedbîrên ewlehiyê zêde kirin û gelek rê hatin girtin.

Edene

Li navçeya Seyhanê ya Edeneyê jî gelek motorsiwarên ku alayên Tirkiyeyê bilind dikirin xwest bikevin taxên Kocavezîr û Mîrzaçelebiyê yên ku gelek Sûriyeyî li wan dijîn.

Lê polîsan midaxele kir û nehişt ew derbasî wan taxan bibin.

Grupa nijadperest diruşmên ‘Em Sûriyeyiyan naxwazin’ bilind kirin.

Bursa

Li navçeya Alparmakê ya Bursayê jî nijadperestên ku gihan hev, diruşmên li dijî penaberên Sûriyeyî bilind kirin û meşiyan.

Sûriyeyiyên li Bursayê jî dikanên xwe venekirin û ji malên xwe derneketin.

Qeyserî

Li çendîn taxên Qeyseriyê jî nijadperestan êrişî mal û dikanên Sûriyeyiyan kir û gelek dikan û otomobîlên wan şewitandin, her wiha agir avêt nav malên wan.

Polîsan bi gaza rondikrêj midaxele kir û gelek kes desteser kirin. Li bajêr tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.

Dîlok

Li parêzgeha Dîlokê jî gelek nijadperestan li dijî penaberên Sûriyeyî druşim gotin û meşiyan.

Ciwanê ku ji kar vedigeriya malê bi kêran hat birîndarkirin.

Riha

Li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê jî nijadperestan êrişî dikanên welatiyên Sûriyeyê kir.

Kilîs

Li Kilîsê jî grupek nijadperestên motorsiwar bi diruşmên nijadperestane yên li dijî koçberên Sûriyeyê li nava bajêr geriyan.

Bi keviran êrişî malên welatiyên Sûriyê kir û wan li ciwanekî xist.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst