Wezîrên nû yên Tirkiyeyê dest bi erkên xwe kir

02-07-2024
RÛDAW
Nîşan Murat Kurum Mehmet Ozhasekî Fahrettîn Koca Kemal Memîşoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrên nû yên Tirkiyeyê Kemal Memîşoglu û Murat Kurum îro dest bi erkên xwe kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan Wezîrê Jîngeh Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê Mehmet Ozhasekî û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ji erkên xwan standibûn.

Li gorî rojnameya fermî ya Tirkiyeyê, li ser biryara Erdogan li cihê Mehmet Ozhasekî Murat Kurum û li cihê Fahrettîn Koca jî Kemal Memîşoglu hatibûn erkdar kirin.

Merasîmên teslîmkirina erkan ên wezîran hatin pêkanîn.

Koca: Serdema min bû serdema bûyerên bi êş û sosret

Di merasîmê de Fahrettîn Koca amaje bi serdema wezîrtiya xwe kir û wiha got:

“Îro ne wekî Wezîrê Tenduristiyê yê Komara Tirkiyeyê, wekî doktor Fahrettîn Koca ez dê axaftina xwe bikim.

Ez spasiya Serokê me dikim ku bi baweriya xwe ev derfet da min.

Ez di 10ê Tîrmeha 2018an de hatim. Ez bi hin prensîban hatim posta xwe.

Serdema min bû serdemeke bûyerên biêş û sosret. Me 24ê Kanûna Paşîn a 2020î erdheja Xarpêtê dît.

Li dû wê vê vîrusa gerdûnî ya COVID-19ê derket.

Erdheja 6ê Sibata 2023yan a Mereş û Hatayê çêbû.

Di vê bûyerê de em bi tecrûberyên giran re rû bi rû man.

Ez bawer dikim ku pergala me ya tenduristiyê bi serkeftî di van îmtîhanan re derbas bûye.”

Kemal Memîşoglu jî li ser behsa xizmeguzariya tenduristiyê kir û eşkere kir ki di heyama 20 salan de di warê tenduristiyê de pêşketinên mezin hatine bi dest xistin.

Li aliyê din Ozhasekî jî da zanîn, karên wî yên neqedandî dê Murat Kurum bi dawî bike û ew bi awayekî serbilind dev ji erkê xwe berdide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst