Sala borî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê çend kes mirine?

01-07-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye TUÎK Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyê (TUÎK) ragihand  ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê di sala 2022an de li gor sala 2021ê hejmara miriyan bi rêjeye ji sedî 10.9 kêmbûye û di wê salê de bi giştî 504 hezar û 839 kes mirine. Li gor heman amaran rêjeya herî kêm a mirinê li parêzgehên Şirnex, Colemêrg, Wan û Batmanê ye.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUÎK) roja Şemiyê 1ê Temûza 2023an amarên sala 2022an ên derbarê mirinên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê û sedemên wan mirinan ragihandin.

Li gor wan amaran di sala 2021an de hejmara miriyan li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 566 hezar û 485 kes bûn, ew hejmar di sala 2022an de bi rêjeya ji sedî 10.9 bo 504 hezar û 839 kesan kêm bûye.Ji sedî 54.6ê miriyan ji regezê nêr (kur, zilam) û ji sedî 45.4ê miriyan jî ji regezê mê (jin, keç) ne.

Leza mirina giştî ku amara rêjeya mirinê ya ji hezar kesan bo kesekê ye, di sala 2021an de bo her hezar kesan 6.7 kes bû, lê di sala 2022an de  ji hezar kesan bo 5.9an kesan  daketiye.

Leza mirina giştî di sala 2022an ji hezar kesan bi  11.7 herî zêde li bajarê Sînopê yê Tirkiyê bûye. Li pey wê bi 11.2 kes Kastamonu, 10.3 kes Edîrne û 10.2 kes jî Kirklarelî tê.

Li gor heman amaran rêjeya herî kêm a mirinê  bi rêzê li parêzgehên Şirnex, Colemêrg, Wan û Batmanê ye. Li Şirnexê leza mirina giştî di sala 2022an ji hezar kesan 2.4 kes bûye. Li pey wê bi 2.5 kesan Colemêrg di rêza dûyem de tê. Parêzgeha Wanê ji hezar kesan bi 2.9 kesan di rêza sêyem de û Êlih jî ji hezar kesan bi 3 kesan ew parêzgeh in ku herî kêm di sala 2022an xelkê wan mirine.

Li gor TÛÎKê ji sedî 35.4 mirinên sala 2022ê yên li  Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji ber nexweşiyên sîstema gerana laş pêkhatine û ev nexweşî di rêza yekem de ye. Ji sedî 15.2ê wan ji ber tîmorên corbicor ên weke penceşêrê çêbûne. Herwiha ji sedî 13.5ê wan jî ji ber nexweşiyên sîstema henasedanê çêbûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst