Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya firotina xaniyan ji %44 kêm bûye

14-07-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Firotina Xaniyan TUIK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ragihand ku di Hezîrana îsal de li gor heman meha sala borî rêjeya firotina xanûberan bi rêjeya %44.4 kêm bûye û daketiye 83 hezar û 636an.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) îro Înê amarên firotina xanûberan a Hezîrana 2023an eşkere kir.

Li gor amarên TUIKê di meha Hezîranê de li gor heman meha sala borî firotina xanûberan %44.4 kêm bûye û daketiye 83 hezar û 636 xanûberan. Herwiha di navbera mehên Çile û Hezîrana 2023an de li gor heman dema sala borî rêjeya firotina xanûberan %22.1 kêm bûye û hejmara xanûberên hatine firotin 565 hezar û 779 in.

Stenbol ku bajarê herî mezin ê Tirkiyê ye, bi firotina 13 hezar û 578 xanûberan di rêza yekem de ye. Li pey wê Enqere ya paytexta wî welatî bi firotina 7 hezar û 325 xanûber di rêza duyem de cih digire. Antalya jî bi firotina 4 hezar û 503 xanûber di rêza sêyem de ye.

Li gor amaran herî kêm li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê xanûber hatine firotin ku hejmara wan 17 ye. Piştî Erdexanê jî parêzgeha Colemêrgê bi 29 xanûberan di rêza duyem de ye. Dêrsim jî bi firotina 44 xanûberan di rêza sêyem de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst