Konseya Ewropayê ji bo Demîrtaş û Kavala bangî Tirkiyeyê kir

23-09-2023
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Osman Kavala Konseya Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Ewropayê ji bo berdana Selahattin Demirtaş û Osman Kavala bangî Tirkiyeyê kir.

Konseya Ewropayê bangî Tirkiyeyê kir ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên derbarê siyasetmedarê Kurd Selahattin Demirtaş û karsaz Osman Kavala de cîbicîh bike.

Di rapora Konseya Ewropayê de girtina Selahattin Demirtaş û Osman Kavala hatiye bibîrxistin û bal kişandine ser wê yekê ku divê Tirkiye pêbendî biryarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bibe.

Komîteya ku cîbicîhkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dişopîne, piştî civîna li Strasbourgê ragihand:

“Derbarê Osman Kavala de delîlên ku nîşaneya tawanê bin nînin.

Tevî biryarên demildest azadkirinê yên derbarê Osman Kavala de, em ji girtî mayîna wî zêde xemgînin.”

Komîteyê herwiha diyar kir, eger di dosyeya Selahattin Demirtaş de pêşketin çênebe dê mijar di civîna meha Kanûna Pêşîn a 2023yan de ya li Strasbourgê careke din bê nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst