AKP: Dibe ku qeyûm bo TTBê bê danîn

26-10-2022
RÛDAW
Nîşan AKP Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TBB) Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Rêveberiya Biryara Navendî û Lijneya Rêveberiyê ya AKPê Şamil Tayyar ragihand, dibe ku qeyûm bo Yekîtiya Pizîşkên Tirk bê danîn.

Pispora tiba edlî û Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincancî, piştî ku berî du rojan gotibû, Tirkiyê li dijî gerîlayên PKKê çekên kîmyayî bikar anîne, îro 26ê Cotmehê li bajarê Stenbolê hat desteserkirin.

Piştî desteserkirina Şebnem Korur Fincancî, ji partiya desthilatê AKPê yekem daxuyanî hat dayîn.

Endamê Rêveberiya Biryara Navendî û Lijneya Rêveberiyê ya AK Partiyê Şamil Tayyar li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, “Seroka TTBê Şebnem Korur Fincancî, ji ber ku propagandaya PKKê kiriye hat desteserkirin. Herwiha dozgeriyê daxwaza ji kar dûrxistina Fincancî kir. Eger daxwaz bê qebûlkirin, dibe ku `qeyûm` bo Serokatiya TTBê bê danîn.”

Fincancî, piştî axaftinên xwe yên derbarê îdiayên çekên kîmyayî de, ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Erdogan û Serokê MHPê Devlet Bahçeli û medyayên nêzîkî desthilatê ve hedef hatibû nîşandan.

Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk Şebnem Korur Fincanci di bernameyekê de gotibû: “Min berê jî lêkolîn kiribû. Gazeke bi jehr ya ku sîstema esabê têk dibe hatiye bikaranîn. Gelek corên çekên kîmyayî hene. Herçiqas bikaranîna wan hatibû qedexekirin jî lê mixabin em dibînin ku di şer de tê bikaranîn.”

Hêzên Parastina Gel (HPG) baskê leşkerî yê PKKê roja 18ê Cotmehê di daxuyaniyekê de ragihandibû, artêşa Tirkiyê di êrîşên xwe yên li dijî wan de çekên kîmyayî bi kar anîne û 17 gerîlayên wan di encama wan êrîşên kîmyayî de canê xwe ji dest dane.

Piştre Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê îdiayê de daxuyaniyek dabû û banga lêkolînê kiribû.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê di çarçoveya yasaya têkoşîna dijî terorê de û bi tohemta “propagandaya bo rêxistina terorê” derbarê Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk Şebnem Korur Fincancî de lêpirsîn daye destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de îro li Stenbolê hat desteserkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst