Beştaş: Bawer nakim desthilat dîsa qeyûman deyne ser şaredariyan

24-02-2024
RÛDAW
Nîşan Meral Daniş Beştaş Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêra DEM Partiyê ya Stenbolê Meral Daniş Beştaşê ragihand ku siyaseta qeyûman bi ser neketiye û got, "Ez ne di wê baweriyê de me ku desthilat careke din bikeve ser rêya danîna qeyûman.”

Berbijêra Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, Meral Daniş Beştaşê derbarê stratejiya partiya xwe ya di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adarê de, bendewariyên xwe yên ji hilbijartinan û sozên xwe yên ji bo dengdêran ji medyaya Tirkiyeyê re axivî.

Ev du serdem in desthilata AK Partiyê li Bakurê Kurdistanê qeyûman datîne ser piraniya şaredariyên HDPyê ku niha DEM Partî berdewamiya wê ye.

“Polîtîkaya qeyûman îflas kiriye”

Beştaşê amaje bi siyaseta Hikûmeta Tirkiyeyê ya qeyûman da û got, “Polîtîkaya qeyûman îflas kiriye.

Qeyûm niha ne meseleyeke ku em li ser nîqaş dikin. Ez ne di wê baweriyê de me ku desthilat careke din bikeve ser rêya danîna qeyûman a ser şaredariyan.”

“Qeyûm li herêmê tê wateya dizî û gendeliyê”

Meral Daniş Beştaşê wiha anî ziman,“Qeyûm li herêmê tê wateya dizî û gendeliyê.

Ew pere û budçeyên ku divê ji bo xizmeta gel bên xerckirin, bi temamî ji bo qeyûman, desthilat û alîgirên wan tên xerckirin.

Ji ber wê jî siyaseta qeyûman di vî warî de şikest anî. Ez ne bawer im desthilat careke din serî li rêbaza qeyûman bide, ji ber ku ew jî naxwazin winda bikin.

Me li parlamentoyê jî gelek nîqaş li ser qeyûman dikirin, bawer bikin hinek caran derbarê vê yekê de nedikarîn serê xwe rakin.”

“Divê madeya ku qeyûm nikaribe bê danîn bê çêkirin”

Berbijêra DEM Partiyê ya Stenbolê wiha pê de çû, "Bi nêrîna min qeyûm li ser şaredariyan nayên danîn.

Bi nêrîna min berî em bikevin rojimêra hilbijartinan, dibe sererastkirineke yek madeyî ku bibêje qeyûm nikare bê danîn jî bê kirin.

Divê ev yek bê kirin û hemû partî vê daxwazê bikin.”

Ev gotinên Meral Daniş Beştaşê di demekê de ne ku Serokê CHPyê Ozgur Ozel çend roj berê di axaftineke xwe de îdia kiribû ku di navbera DEM Partî û AK Partiyê de ji bo hilbijartinên xwecihî hevahengiyek heye û DEM Partî li ser wê yekê gotûbêjan ligel AK Partiyê dike ku qeyûman daneyne ser şaredariyên wan lê DEM Partiyê ew îdia red kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst