Qeyûmê Wanê nehişt afîşên zimanê Kurdî bên daliqandin

17-02-2024
RÛDAW
Nîşan Wan DEM Partî Zimanê Kurdî Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin rê neda ku DEM Partî afîşên derbarê perwerdeya zimanê Kurdî de li bîlboardan daliqînin.

DEM Partiyê, helwesta qeyûm şermezar kir û banga xwedîderketina li zimanê Kurdî kir.

Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê doh li Amedê bi deklerasyonekê rêzeçalakiyên ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî eşkere kirin.

DEM Partiyê biryar da ku di serî de li Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Sêrt û gelek bajar û navçeyan ji 18ê Sibatê heta 21ê Sibatê meşan li dar bixe, daxuyaniyan bide çapameniyê û panelan li dar bixe.

Di vê çarçoveyê de DEM Partiyê xwest li Wanê jî li bîlboardan afîşên derbarê ziman de daliqîne.

Lê kompanyaya ku kar û barên DEM Partiyê dimeşîne dema ku xwest afîşên ziman daliqîne ji aliyê Şaredariya Wanê ve hat astengkirin ku di destê qeyûm de ye.

Li ser afîşan bi Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) wiha dinivîsand:

“Dem Dema Zimanê Kurdî ye” û “Bila Zimanê Kurdî Bibe Zimanê Fermî û Yê Perwerdehiyê”, “Xwedîlêderketina Ziman Xwedîlêderketina Gelê Me Ye” û “Em Têkoşîna Zimanê Kurdî Li Her Derê Bilind Bikin”.

‘Dixwazin zimanê kurdî dorpêç bikin’

Hevberdevkê Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar, derbarê astengkirin daliqandina afîşên li ser zimanê Kurdî, ji Rûdawê re axivî.

Dilbihar, bi bîr xist ku beriya astengkirina van afîşan duh jî şanoyeke Kurdî li Stenbolê hatiye qedexekirin û wiha got:

“Bi rastî ev her du jî li dijî zimanê Kurdî tê wateya dorpêçkirinê. Tê wateya qedexekirin, bişaftin û helandinê.

Desthilatdarî vê peyamê dide: Ji bilî daxwaza min tu kes û derdor dê nikaribin zimanê Kurdî bi serbestî û azadî bi kar bînin.

Li gorî sînorên ku hatine xêzkirin encex dikarin bi kar bînin. Ew sînor jî helandina di nava demê de ye.”

Banga xwedîlêderketina zimanê Kurdî kir

Heval Dilbihar, helwesta qedexekirina afîşên kurdî wekî pêşîlêgirtina bilindbûna hişyariya civakê ya zimanê Kurdî nirxand û wiha berdewam kir:

“Derbarê ziman de hişyarbûneke pir mezin di nava civakê de heye.

Bi taybetî jî daxwazên statûbûn û perwerdeya zimanê Kurdî di nava gel de belav bibe.

Naxwazin gel van daxwazan bi dengekî bilind bîne zimên.

Em jî bang û gazî li gel dikin û hemû derdorên Kurdîhez dikin ku ji bo zimanê Kurdî li her derê û her kêliyê li ser pêyan bin.

Li her qadê bila têkoşîna ji bo zimanê kurdî bilind bikin. Bi taybetî jî tevli hemû çalakiyên 21ê sibatê bibin û her rojê li hemû qadên jiyanê têkoşîna zimanê Kurdî bilind bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst