Muhammed Dara Akar: DEM Partî hinek daxuyaniyên pozîtîv dide

17-02-2024
RÛDAW
Amedê Muhammed Dara Akar beşdarî bultena Rûdawê bû / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Amedê Muhammed Dara Akar beşdarî bultena Rûdawê bû / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Muhammed Dara Akar Amed Cevdet Yilmaz Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –Serokê Berê yê Şaxa AK Partiyê ya Amedê Muhammed Dara Akar debarê mijara qeyûman got, “Di paşerojê de çi dibe em nizanin. HDP daxuyaniyên pozîtîv dide. Em hêvî dikin ku diyalog dest pê bikin.”

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz duh li Amedê bû.

Cevdet Yilmaz di çarçoveya serdana xwe ya Amedê de li Zanîngeha Dîcleyê beşdarî “Kongreya Sêwirana Paşerojê ya Amedê” bû.

Rewşenbîr, akademîsyen, rûspî, karzas û esnafên Amedê beşdarî wê panelê bûn ku 2-3 demjimêran berdewam kir. 

Yilmaz li wê derê çend peyam girîng dan.

Serokê Berê yê Şaxa AK Partiyê ya Amedê Muhammed Dara Akar beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî serdana Cevdet Yilmaz axivî.

“Amed bûye markayeke girîng”

Muhammed Dara Akar bal kişand li ser serdana Cevdet Yilmaz û Kongreya Sêwirana Paşerojê ya Amedê û got ku panel li ser paşeroja Amedê, tesawûrên paşeroja Amedê bi rê ve çû.

Akar diyar kir ku ji bo markebûyîna Amedê beşdaran fikir û ramanên xwe parve kirin.

Akar amaje bi wê yekê kir ku Amedê di demên dawî de deng daye û got:

“Amed di çend salên dawî de wekî markayeke li herêmê, li Tirkiyeyê û qada navneteweyî deng vedaye.

Gelek turîstên Ewropayî tên Amed, Mêrdîn û herêmê.”

“Projeyên dewletê yên girîng hene”

Bi gotina Akar beşa duyemîn a panelê jî li ser aboriyê bû û wî got:

“Rewşenbîr, saziyên sivîl û rûspiyên Amedê derbarê aboriyê nêrînên xwe anîn ziman.

Rewşenbîr û rûspiyan ji bo pêşveçûna aboriya Amedê hinek pêşniyarê xwe pêşkeş kirin û karsaz û esanafan jî pirsgirêkên xwe anî ziman.”

Akar di berdewamiya axaftina xwe de behsa projeyên hikûmeta Tirkiyeyê kir û got:

“Projeyên dewletê yên girîng hene wekî bendava Ferqînê. Eger ev proje bi dawî bibe 2 milyon donim erd dê bibe cihê avî.

Ev bendav ne tenê ji bo Amedê, ji bo herêmê û Tirkiyeyê jî derfeteke mezin e. Heta Çukurovaya Edeneyê jî dê jê sûdê wergire.

Di nava Amedê re Çemê Dîcleyê derbas dibe. Ji bo çem jî çi proje hene, hat pirsîn.

Ya sêyemîn ji bo esnafan, karsazan teşwîqên dewletê çi ne?

Ango dewlet bi çi awayî derfetan ji wan kesan re ava dike ku dixwazin li Amedê veberhênanê bikin? Behsa van mijaran hat kirin.

Cevdet Yilmaz û Mehdî Eker behsa van projeyan kir.

Tişta herî balkêş jî ev bû ku wan behsa wê yekê kir: 'Amed ne tenê li Turkiyeyê herwiha li Rojhilata Navîn jî çawa dikare bibe markeyeke turîzmê?'"

“Geştên navbera Hewlêr û Amedê dest pê dikin”

Akar bi bîr xist ku Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê mizgîniya destpêkirina geştên navbera Hewlêr û Amedê da û got:

“Di demeke nêzîk de dê careke din geştên asmanî yên navbera Amed û Hewlêrê dest pê bikin.

Wekî hûn jî dizanin seferên rêwitiya balafirê yên navbera Amed û Hewlêrê ji sala 2017an ve hatibûn rawestandin.

Mizgîniya rêwitiya hewayî ya navbera Hewlêr û Amedê hat dayîn.

Min jî ev pêşniyar kir, em dixwazin ji Hewlêrê şandeyek bi sefera yekem re were.

Ango eger guncav be Serokwezîrê Herêma Kurdistanê were dê bibe moralekî pir baş.

Em diwxazin diyalog zêde bibin û biratî bi pêş de biçe.”

“Di mijara qeyûman de em nizanin di paşerojê de çi dibe”

Li ser pirsa “Xelkê deverê ji danîna qeyûman aciz e. Dengên wan, îradeya wan tê binpêkirin. Eger heye di dema pêş de jî ev neheqî berdewam bike? AK Partî wekî partiya desthilat, garantiya vê yekê dide xelkê?” Akar wiha got:

“Bi rastî AK Partî amadekariyên xwe ji bo qezençkirina van şaredariyan dike.

Hêviya min ew e ku li Amedê aştî û aramî berdewam be.

Lewra wexta ku careke din kuçe û kolan bibin hola şer, pevçûn û tundiyê ne tiştekî xweş e.

Gelê Amedê êdî şer naxwaze, êdî pevçûnan naxwaze.

Xelk dixwaze demokrasî hebe, aştî hebe, aborî bi pêş ve biçe, nasnameya Kurdî bi pêş ve biçe.

Tiştên girîng ev in. Bi rastî di paşerojê de çi dibe em nizanin.

Ji HDPyê (DEM Partî) jî em hinek daxuyaniyên pozîtîv dibihîzin.

Em hêvî dikin ku diyalogek di navbera van partiyan de bi taybetî navbera AK Partî û HDPyê çêbibe.

Ne ji bo hilbijartinê, piştî hilbijartinê bi awayekî stratejîk diyalog çêbibe, aştî çêbibe, pirsgirêkên Amedê, yên Kurdan û Tirkiyeyê jî li parlamentoyê bên çareserkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst