Gultan Kişanak: Qeyûm li dijî demokrasiya xwecihî êrîşek e

26-09-2021
RÛDAW
Nîşan Gultan Kişanak Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya HDPê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku li şûna wê qeyûm hatibû danîn, ji girtîgehê peyamek şand û got: “Qeyum; êrîşek e li dijî demokrasiya xwecihî, wekheviya zayendî ya civakî û çareseriya siyasî ya pirsa Kurd. Ev projeyeke rûxandin û talanê ye.”

Hevseroka berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku 30ê Cotmeha 20161an ve girtiya siyasî ye, ji girtîgehê bo Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya HDPê ku ev du roj in birêve diçe peyamek şand. Partiya Demokratîk a Gelan HDPê jî ew peyam li ser hesabê xwe ya Twiterê belav kir.

Gulten Kişanak di peyama xwe de qeyûm weke darbeyeke kolonyalîst bi nav kir û got: “Rejîma qeyûm darbeyeke zayendperest, desthilatdar û kolonyalîst e. Darbeyekî giran ya siyasî ye li dijî hewl û armanca  siyaseta demokratîk ya Kurdan û tevgera jinan e  ku dixwazin  rêveberiyeke xwecihî ku têde wekheviya zayendî û civakek demokratîk hebe ava bike.”

Herwiha Kişanak got: “Armanca sereke ya qeyuman ew e ku hemû hewlên jinan yên li rêveberiyên xwecihî birawestîne, hemû xebatên ku kulturî û nasnameya me pêşan dide jinav bibe û pergaleke talanê ku mêr têde desthilat  ava bike.”

Hevseroka berê ya Şaredariya Bajrê Mezin ya Amedê destnîşan kir ku weyum êrîşek e li dijî demokrasiya xwecihî, wekheviya zayendî ya civakê û çareseriya siyasî ya pirsa Kurd û got: “Ev projeyeke rûxandin û talanê ye. Em jin dê ji derve û di hindir de li her cihî li dijî vê êrîşê berxwedanek bihêz rêkbixin û demokrasiya xwecihî ya civakî ava bikin. Baweriya min ji dil bi vê yekê heye. Ez we hemû jinan û gelê me yê ku têkoşînê dike û li ber xwe dide bi rêzdarî silav dikim. Serkeftin.”

Gultan Kişanak ku di hilbijartinên herêmî yên 30ê Adara 2014an de ligel Firat Anli wek Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatibû hilbijartin, di 30ê Cotmeha 2016an de hate girtin û bi “endamtî û propagandaya rêxistinê” tê tometbarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst