Gultan Kişanak piştî 7 salan çû Amedê

17-05-2024
RÛDAW
Nîşan Gultan Kişanak Ahmet Turk Doza Kobaniyê Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanaka ku ji Doza Kobaniyê doh hat berdan îro çû Amedê û got, “Di vê têkoşînê de wijdan bi ser ket, mîna ku Kobanî bi ser ket.”

Siyasetmedar Gultan Kişanak ji ber Doza Kobaniyê di girtîgehê de bû, doh di çarçoveya dozê de biryara berdana wê hat dayîn.

Şaredara berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ev 7 sal û 6 meh in di Girtîgehê Kandirayê ya Kocaeliyê de bû.

Kişanak li Balafirgeha Amedê ji aliyê Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr, aktîvîstên Tevgera Jinen Azad (TJA), rêveberênDBP û DEM Partiyê ve hat pêşwazîkirin.

“Em dê li Amedê govenda azadiyê bigerînin”

Gultan Kişanak li wê derê axavtineke Kurt kir û got:

“Em kêm hatin, heta ku hemû hevalên me negihîjin azadiya xwe em jî ne azad in.

Kobanî pirsgirêkeke wijdanî ye. Piştre wekî doza kompasê ya Kobaniyê anîn ber me.

Hîn jî wisa berdewam dike. Careke din derfeta me hebû ku em wijdan û bêwijdaniyê binirxînin, fêm bikin û bibînin.

Di vê têkoşînê de wijdan bi ser ket, mîna ku Kobanî bi ser ket.

Doza kumpasê ya Kobaniyê wekî ku heq kiriyê dê bavêjin zibildanka dîrokê. Emê jî hemû hevalên xwe azad bikin.

Em dê hemû bên Amedê û govenda azadiyê bigerînin.

Îro em kêm in, îro me hinek birîndar in. Hevalên me di dilê me de ne, di têkoşîna me de jî bi me re ne. Ew jî wisa dixwazin.”

Kişanakê peyama hevseroka berê ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê bi bîr xist û wiha pê de çû:

“Silavên serok Fîgenê ji her kesî re ji gelê me re hene. Got `Em bi berxwedanê hatin heta îro. Ji niha û şûnde jî dê wisa berdewam bike.`

Îro we jî peyama wê dît. Dibêje `Bila ti kes serê xwe netewîne.` Biryara ku ji bo me hatiye dayîn hinceta têkoşînê ye.

Helbet em hemû ber ketin, biryara neheq, nehiqûqî wateya berdewamiya kumpasê ye.

Em dê van derbas bikin. Min silavên hemû hevalên me û hêviyên wan ên têkoşînê anîn Amedê.”

Piştî ku Gultan Kişanak îro vegeriya Amedê, gelek kesan li avahiya DEM Partiyê ew ziyaret kir.

Gultan Kişanak li vir bi Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr û endamên DEM Partiyê re civiya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst