Gultan Kişanak piştî ku hat berdan axivî: Em van biryaran nas naskin

16-05-2024
RÛDAW
Nîşan Doza Kobaniyê Gultan Kişanak
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Siyasetmedar Gultan Kişanakê li pêş Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê diyar kir ku ew biryarên Doza Kobaniyê nas nakin û ew doz dozeke komployî ye.

Siyasetmedar Gultan Kişanak ji ber Doza Kobaniyê di girtîgehê de bû, îro biryara berdana wê hat dayîn.

Şaredara berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ev 7 sal û 6 meh in di Girtîgehê Kandirayê ya Kocaeliyê de bû.

“Rojekê dê deriyên girtîgehan ji bo azadiyê vebin”

Gultan Kişanak li pêş Girtîgeha Kandirayê ji rojnamegeran re axivî û wiha got:

“Pêdiviya me bi aştî û edaletê heye. Ji ber vê yekê em dê hemû hêza xwe bikin yek.

Ez bawer dikim ku rojek dê deriyên van girtîgehan ji bo azadiya rastîn vebe û em dê rojên xweş bibînin û dê hemû hevalênxwe li derve bibînin."

“Pêdiviya me bi aştî û adaletê heye”

Gultan Kişanakê biryarên dadgehê bi tûndî rexne kir û amaje bi wê yekê kir ew doz komplo ye û wiha got:

“Îro em biryara ku di doza Komploya Kobaniyê de hatiye dayîn qebûl nakin û biryarek e ku ev komplo û helwesta siyasî berdewam dike.

Cezayên giran li hevalên ma hatin birîn.

Ji bo vê yekê ji bilî berdewamkirina têkoşînê tiştekî ku em bibêjin nîne.Pêdiviya me bi aştî û edaletê heye.

Em hemû dê ji bo vê yekê kar bikin û bi baweriya min dê rojekê deriyên van girtîgehan ji bo azadiya rast vebe û em dê rojên xweş bibînin.

Hemû hevalên me dê li derve bi gelê xwe re hevdîtinê pêk bînin."

“Ez dê ji siyasetê dûr nemînin”

Kişanakê li ser pirsa, "Hûn dê tevlî xebatên siyasî yên aktîv bibin?" jî wiha got:

"Hîn zû ye ku mirov li ser vê yekê tiştekî bibêje.

Ez di tevahiya jiyana xwe de ji siyasetê dûr nemam, ez dê li derve nemînim, jiyan bi xwe siyaset e.

Parastina heqîqetê û lêgerîna li başî û xweşiyê siyaset e û helbet di vî warî de ez dê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan xebat û hewla xwe bidim.”

Gultan Kişanak sala 2016an li Amedê hatibû girtin.

Li gorî yasayan diviya Kişanak beriya bi 6 mehan bihata azadkirin lê ew nehatibû berdan.

22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê biryarên Doza Kobaniyê îro li Girtîgeha Sîncanê eşkere kir.

Bi giştî 42 sal cezayê girtîgehê li Hevserokên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û 30 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Fîgen Yuksekdagê hat birîn.

Dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê" 12 sal cezayê girtîgehê li Gultan Kişanakê birî.

Kişanak ku 7 sal in di girtîgehê de bû û 6 meh berê maweya girtina bi dawî bûbû.  Li gorî dema derbasbûyî biryara azadkirina Gultan Kişanakê hat derxistin.

Dadgehê bi tohmeta "endamtiya rêxistina terorê" 12 sal cezayê girtîgehê li Sebahat Tuncelê jî birî.

Herwiha dadgehê bi tohmeta “endamtiya rêxistina terorê” 9 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Ayla Akat Ata birî. Ji ber maweya mayîna wan a di girtîgehê de dadgehê  biryara azadkirina wan da.

Gultan Kişanak kî ye?

Gultan Kişanak di 15ê Hezîrana 1961ê de li Xarpêtê ji dayik bûye.

Beriya derbeya 12ê Îlonê, dema ku 19 salî bû li zanîngehê hatibû girtin.

Di navbera salên 1980-1982yan de li Girtîgeha Amedê rastî şkenceyê hatibû.

Salên 1990î heta 2000î li rojnameyên Yenî Ulke, Ozgur Gundem û Ozgur Ulkeyê xebitî.

Sala 2007an bû Parlamentera Partiya Civaka Demokratîk (DTP) a Amedê.

Piştî girtina DTPyê sala 2009an derbasî Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bû û wekî hevseroka partiyê hat hilbijartin.

12ê Hezîrana 2011an bû Parlamentera Sêrtê ya BDPyê.

Di hilbijartinên şaredariyan yên 30yê Adara 2014an de wekî Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê hat hilbijartin.

Kişanak 30ê Çiriya Peşîna 2016an di çarçoveya Doza Kobaniyê de hatibû girtin.

Di hilbijartinên şaredariyên 31ê Adarê yên 2024an de berbijêra DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst