Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz ji bo çekdanîna PKKyî bangî DEM Partiyê kir û got, "Destpêkê divê PKK kongreya xwe pêk bîne û biryara xwe bide."
Yilmaz li ser pêvajoya çekdanîna PKKyê diyar kir ku erênî berdewam dike û got "Destpêkê divê PKK kongreya xwe pêk bîne û biryara xwe bide."
Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz doh beşdarî bernameya televîzyona Haber Turkê bû û mijarên di rojevê de nirxandin.
Cevdet Yilmaz li ser gotinên Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku gotibû “Divê mekanîzmayek bê avakirin û Ocalan beşdarî kongreyê bibe” diyar kir ku saziyên erkdar yên dewletê hene û eger pêwîstî bi gihandina peyamekê hebe ji xwe ew sazî kar dikin.
Yilmaz her wiha rexne li DEM Partiyê girt û got ku ew bi berpirsiyarî tevnagerin û divê ji PKKyê re bibêjin ku kongreya xwe pêk bîne û xwe belav bike.
Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz wiha anî ziman:
"Dewlet bi awayekî hişyar bi hinek saziyên xwe yên diyar vê pêvajoyê bi rê ve dibe, binêrin birêz Bahçelî dibêje zû kongreya xwe pêk bînin û biryarê bidin.
Ev tiştekî hêja ye lê em heman tiştî ji DEM Partiyê nabihîsin. Çima DEM Partî vê yekê nabêje?
Li gorî min, li cihê ku erk û berpirsiyartiyê li hinek kesan bar bike bila li xwe binêrin û bibêjin em çi dikin?
Eger dixwazin alîkariyekê ji vê pêvajoyê re bikin bila bang li rêxistina terorê bikin û bêjin biryara xwe bidin."
Derbarê daxwaza şandeya DEM Partiyê ya ji bo çûna Îmraliyê û li ser îdiayên ku rê nehatiye dayîn Yilmaz got:
"Ji xwe DEM Partiyê serdana xwe kiriye û hevdîtin pêk anîn. Ji bo cihê pêwîst peyam hatin şadnin û herî dawî jî bang hat kirin. Êdî pêwîstî bi dubarekirinê nîne.
Kesê ku rêxistina terorê damezrandiye got kongreya xwe pêk bînin û xwe belav bikin. Destpêkê divê em vê yekê bibînin.”
Piştî banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibata 2025an bangî PKKyê kiribû û xwestibû ku PKK fesix bike û çekan deyne.
1ê Adara 2025an PKKyê jî agirbest ragihand lê diyar kiribû ku şert û mercên pêkanîna kongreyê nîne û divê bê avakirin û xwestibû Ocalan beşdarî kongreyê bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse