Erdogan: Karê me yê herî li pêş rizgarkirina Tirkiyeyê ye ji destûra darbeyê

25-07-2023
Kerîm Şewqî
Nîşan Recep Tayyip Erdogan Destûra Bingehîn Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di merasima pişkavêtinê ya Dadger û Serdozgerên Komarê û Dadwerên Dadweriya Îdarî de got, divê destûra Tirkiyeyê bê guhertin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Neteweyî ya Beştepeyê di merasima pişkavêtinê ya Dadger û Serdozgerên Komarê û Dadwerên Dadweriya Îdarî de axivî.

Erdogan diyar kir ku karê ku hatiye kirin girîng e lê bi nerîna wan têrî nake û divê hîn jî bê berfirehkirin.

"Berbesta herî sereke destûra bingehîn a niha ye"

Serokkomarê Tirkiyê got ku “Berbesta herî sereke ya li pêşiya Tirkiyeyê ku nahêle Tirkiye bigihe armancên xwe destûra bingehîn a niha ye ku bi rêya darbeyê hatiye danîn.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Erdogan got: “Em naxwazin sala sedsala nû ya Komarê bi destûra bingehîn a derbeyê pêşwazî bikin. Em dixwazin têkoşîna xwe ya qada darazê bi destûreke bingehîn a sivîl û azad bixemilînin. Di Serdema Yasadanînê ya 28an de, karê me yê herî li pêş rizgarkirina Tirkiyeyê ye ji destûra darbeyê.”

Serokomarê Tirkiyê herweha tekez kir ku wan xebata zehmet a di warê dadweriyê de ji sala 2012an ve daye meşandin û dê vê xebatê bi destûreke bingehîn a sivîl û azad ku her kesî himbêz bike bigihînin encama dawiyê.

Bi gotina Erdogan wan hemû sozên ku dane bi cih anîne û dê vê soza xwe jî bi cih bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst