Erdogan: Ji bo Destûra Bingehîn em dê li deriyê hemû aliyan bidin

26-09-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Erdogan Destûra Bingehîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê derbarê Destûra Bingehîn got, “Em dê ji bo Destûra Bingehîn a nû li deriyê hemû partiyên di parlamentoyê de ne bidin."

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dema vegera xwe ya ji Azerbeycanê bersiva pirsên rojnamegeran da û mijarên di rojevê de nirxandin.

Erdogan derbarê Destûra Bingehîn de jî ku demek e di rojeva hikûmeta wî welatî de ye daxuyanî da.

Erdogan amaje bi wê yekê kir ku ew dê ji bo Destûra Bingehîn a nû li deriyê hemû partiyan bidin ku di parlamentoya Tirkiyeyê de cih digrin.

“Qebûl bikin an nekin jî em dê li deriyê wan bidin”

Serokkomarê Tirkiyeyê wiha axivî:

“Me di salvegera 12ê Îlonê de berî niha vexwendnameya xwe ya têkildarî Destûra Bingehîn li Muzexaya Girtîgeha Ulucanlarê kiribû. Dema me ev yek kir bi taybetî me got, 'Werin em bi hev re di vê demê de Destûreke Bingehîn a sivîl çêkin'.

Derbarê vê mijarê de meclîsa partiya me dê bi hemû partiyên li parlamentoyê fraksiyonên wan hene re hevdîtinan bike û ji wan re bibêje ‘Werin em bi hevre Destûreke Bingehîn a Sivîl çêkin.’

Qebûl bikin an nekin jî em dê li deriyê wan bidin. Grûpa AK Partiyê ya li parlamentoyê dê vê yekê bike. Ji bo wê jî pêwîstî bi nazkirinê nake.”

“Divê Tirkiye ji destûra derbeyê rizgar bibe”

Erdogan da zanîn ku di derbarê vê mijarê re wî ferman daye hevalên xwe û got:

“Min ji serokê grupê Abdullah Guler re gotiye demildest dest bi hevdîtinan bikin. Ji 1ê Çiriya Pêşîn û şûnde em dê di axaftina xwe ya li parlamentoyê de jî li ser wê xalê rawestin û gavên pêwîst jî li gorî wê yekê biavêjin.

Tirkiye divê êdî ji Destûra Bingehîn a derbeyê ya ku cihê şermê ye rizgar bibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst