Di 11 mehên îsal de zêdeyî 42 milyon geştiyaran serdana Bakurê Kurdistan û Tirkiyê kirine

24-12-2022
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Geştiyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çand û Geştiyariyê ya Tirkiyê ragihand, di 11 mehên îsal de 42 milyon û 164 hezar û 954 geştiyaran serdana Bakurê Kurdistan û Tirkiyê kirine.

Wezareta Çand û Geştiyariyê ya Tirkiyê roja Înê 23ê Kanûna 2022an bi daxuyaniyekê amarên geştiyarên ku di 11 mehên îsal de serdana Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kirine, eşkere kirin.

Li gor wezareta Navborî serdana geştiyarên biyanî bo Bakurê Kurdistan û Tirkiyê di 11 mehên îsal de li gor heman serdema sala borî ji sedî 84.77 zêde bûye û gihiştiye 42 milyon û 164 hezar û 954 kesan.

Bi gotina Wezareta Çand û Geştiyariyê ya Tirkiyê rêjeya  ew geştiyarên ku di  Mijdara îsal serdana Bakurê Kurdistan û Tirkiyê kirine, li gor heman meha sala borî ji sedî 44.64 zêde bûye û hejmara wan jî bûye 2 milyon û 551 hezar û 483 kes.

Hejmara geştiyarên biyanî li gor welatan jî di 11 mehên îsal de wiha ye: Almanya bi 5 milyon û 481 hezar û 385 kesan di rêza yekem de ye. Rûsya bi 4 milyon û 945 hezar û 198 kesan di rêza dûyemîn de ye. Brîtanya jî bi 3 milyon û 301 hezar û 112 kesan di rêza sêyem de ye ku geştiyarên wî welatî serdana Tirkiye û bakurê Kurdistanê kirine.

Wezareta Çand û Geştiyariyê ya Tirkiyê ragihandiye jî sektora geştiyariya Tirkiyê di sala 2020an de ji ber Coronayê di rewşek xirab de bûye, lêî sala 2021an hejmara geştiyarên biyanî yên serdana Tirkiyê kirine 30 milyon û 39 hezar kes bûne û ji wan geştiyaran jî 24 milyar û 482 milyon û 223 hezar dolar dahat hatiye bidesxistin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst