Ocalan peyama ewil şand: ‘Hêza min heye’

2 demjimêr berê
Nîşan Abdullah Ocalan Omer Ocalan Peyam Hêz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Abdullah Ocalan peyama xwe ya li ser rojeva dawiyê bi rêya Omer Ocalan şand.

Ji 3yê Adara 2020î ve bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtin nedihatin kirin.

Omer Ocalanê biraziyê Abdullah Ocalan û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê bi rêya hesabê xwe yê Xê da zanîn ku ew doh çûye Îmraliyê.

Omer Ocalan paşê posteke din belav kir û peyama Ocalan eşkere kir.

“Hêza min heye”

Omer Ocalan di peyama xwe de got, “Ev hevdîtineke malbatî bû. Birêz Ocalan li ser rûdanên siyasî nirxandineke bi giştî kir û xwest ku ez vê peyamê bigihînim:

‘Tecrîd berdewam dike. Şert çi dibin bila bibin hêza min a teorîk û pratîk heye ku ez vê pêvajoyê ji qada pevçûn û şidetê veguherim qada hiqûq û siyasetê.’”

Omer Ocalan di dawiya peyama xwe de got, “Tenduristiya wî baş bû û gelek silav li her kesî dikirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst