Nîqaşên guhertina destûrê: Dê 4 xalên destpêkê bên guhertin?

3 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Parlamenterê CHPyê Dr. Murat Çan û Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Kamaç / Wêne: Rûdaw
Parlamenterê CHPyê Dr. Murat Çan û Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Kamaç / Wêne: Rûdaw
Nîşan Tirkiye Guherîna Destûrê Mehmet Kamaç Murat Çan
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Bi destpêka xula nû ya Parlamentoya Tirkiyeyê re mijara çêkirina destûreke nû çareke din di rojevê de ye.

Lê nîqaşên vê carê ji çêkirina destûrê zêdetir li ser xalên destpêkê yên destûrê ne.

Partiya komarê ya Gel (CHP) 4 xalên destpêkê ku behsa navê komarê, mijara hemwelatî bûnê, ala û ziman dike wekî xetên sor dibîne û amade nîne gotûbêjan li serê bike.

"Nabe ku destkarî di 4 xalên destpêkê de bê kirin"

Parlamenterê CHPyê Dr. Murat Çan got:

"Serokê me helwesta me di vê derbarê de ragehandiye.

Serokê berê ya parlamentoyê Cemîl Çîcek ji bo 4 xalên destpêkê digot 'dîbaceya destûrê'.

Ez jî hema dibêjin 'dîbace' em dibêjin nabe ku destkarî di wan xalên destpêkê de bêne kirin.

Lê ji bilî wê li gorî pêwîstiyan bêguman em amade ne her gotûbêjan bikin û guherînên pêwîst jî dê  bêne kirin."

Li Parlamentoya Tirkiyeyê li ser destûrê heta niha jî gotûbêjeke cidî dest pê nekiriye.

Lê di derbarê destrûra nû de ji DEM Partiyê xalên sereke pirsa Kurdî û mijara demokrasiyê ye.

Helwesta oposizyonê û hikûmetê û hebûna xetên sor DEM partiyê jî li ser çêkiarina destûreke nû bê hêvî dike.

"Eger xetên sor deynin ser 4 xalên destpêkê guhertin pêk nayê"

Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Kamaç got:

"Eger xetên sor deynin ser 4 xalên destpêkê, bi ya min çi guhertina bingehîn pêk nayê.

Eger armanc çêkirina destûreke nû be, pêwîst e cudahiyên civakî tev xwe di nav de bibînin."

Piraniya aliyên siyasî tevî ku behsa pêwîstiya destûreke nû dikin jî lê bweriya wan ew e ku mijara destûrê bûye amûrekî siyasî û ji ber wê jî lihevkirin gelek zehmet e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst