Serokkomarê Îraqê: Di vê rewşa dijwar de em bi gelê Îranê re ne

20-05-2024
Nîşan Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî Peyam Sersaxî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd li ser mirina Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û berpirsên din ên Îranê peyameke serxsaxiyê weşand.

Letîf Reşîd sersaxî ji Rêberê Îslamî yê Îranê Elî Xamineyî û gelê Îranê re xwest.

Letîf Reşîd di peyama sersaxiyê de got:

“Me ketina helîkopterê û mirina Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî berpirsên din ê Îranê bi dilekî xembar bihîst.”

Letîf Reşîd sersaxî ji Elî Xamineyî û gelê Îranê re xwest û da zanîn ku di vê rewşa dijwar de Îraq li kêleka Îranê ye.

Çi bûbû?

Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev doh li ser sînorê Îranê û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî bendavek vekiribû.

Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû.

Doh ji ber şer û mercên xerab ên hewayê karên lêgerînê bi zehmetî dihatin kirin.

Enqaza helîkopterê îro (piştî ketina wê 15 saetan) bi dronan hat tesbîtkirin û derket holê ku li cihê enqaza helîkopterê ti nîşaneyên jiyanê nînin.

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku kes ji qezayê bi saxîtî nefiliye.

Kî û kî mirine?

Piştre hat ragihandin ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî canê xwe ji dest daye.

Li hêla din 2 rayedarên leşkerî yên pilebilind ên Supaya Pasdaran û 3 muretebat jî di heman helîkopterê de mirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst