Erdogan ji bo Îbrahîm Reîsî peyama sersaxiyê belav kir

20-05-2024
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Îbrahîm Reîsî Peyam Sersaxî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser mirina Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan peyama sersaxiyê weşand.

Recep Tayyîp Erdogan di peyama xwe de got, “Xweda rehma xwe li bira û hevpîşeyê min ê hêja bike” û berdewam kir:

“Ez sersaxiyên xwe yên ji dil ji gelê dost û bira yê Îranê re û bi taybetî ji Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê birêz Elî Xamineyî, ji hikûmet, malbatên birêz Reîsî û kesên din ên ku canê xwe ji dest daye re dixwazim.

Ez xebatên wî yên ji bo aştiya gelên Îranê û herêma me bi rêzdarî û minet bi bîr tînim.

Em dê di van demên dijwar û xemgîn de jî wekî gelek caran li kêleka cîranê xwe Îranê bin.”

Çi bûbû?

Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev doh li ser sînorê Îranê û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî bendavek vekiribû.

Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû.

Doh ji ber şer û mercên xerab ên hewayê karên lêgerînê bi zehmetî dihatin kirin.

Enqaza helîkopterê îro (piştî ketina wê 15 saetan) bi dronan hat tesbîtkirin û derket holê ku li cihê enqaza helîkopterê ti nîşaneyên jiyanê nînin.

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku kes ji qezayê bi saxîtî nefiliye.

Kî û kî mirine?

Piştre hat ragihandin ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî canê xwe ji dest daye.

Li hêla din 2 rayedarên leşkerî yên pilebilind ên Supaya Pasdaran û 3 muretebat jî di heman helîkopterê de mirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst