Ji Wezîrê Parastinê li ser êrişa li Enqereyê daxuyaniya PKKyê

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan PKK Êrişa Enqereyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê li ser êrişa çekdarî ya li Enqereyê bêyî ku yekser bibêje diyar kir ku "PKK di nav de heye.”

Li navçeya Kahramankazanê ya parêzgeha Enqereyê li Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewayê ya Tirkan (TUSAŞ) êrişeke çekdarî hat kirin û piştî wê dengê teqînan hat bihîstin.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler li ser êrişa li Enqereyê daxuyaniyek da.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler bêyî ku rasterast bibêje "PKKyê kiriye" anî ziman:

“Em her carê cezayê ku heq dikin didin wan lê ew qet nayên ser hişê xwe.

Tişta ku ez her tim dibêjim ez dubare dikim, heta terorîstê dawî neyê jinavbirin em dê dev ji wan bernedin û em dê êşa tiştên ku hatine kirin ji wan derxin. Dê her kes vê yekê bibîne.”

PKKyê heta niha li ser êrişê ti daxuyanî nedane.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku 3 hêzên ewlehiyê hatine kuştin û 15 kes jî birîndar in û her wiha 2 êrişkar jî hatine kuştin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser êrişa çekdarî û teqînan daxuyaniyeke nû da.

Yerlîkaya ragihand ku êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewayê ya Tirkan (TUSAŞ) hatiye kirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser bûyerê got:

“Êrişeke terorî li Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewayê ya Tirkan (TUSAŞ) hatiye kirin.

Mixabin di encama êrişê de şehîd û birîndarên me hene.

Raya giştî dê ji bûyerê were agahdarkirin.

Daxuyaniyên çavkaniyên fermî esas bigirin.”

Yerlîkaya li ser kuştî û birîndaran da zanîn:

“Di êrişa li Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewayê ya Tirkan (TUSAŞ) a Kahramankazanê de 2 terorîst hatin kuştin.

Mixabin di êrişê de 3 şehîdên me, 14 birîndarên me hene.”

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî ragihand ku wan li ser êrişê lêpirsîn daye destpêkirin.

Piştî bihîstina dengê teqînan hêzên ewlehiyê, tîmên agirvemirandinê û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst