Derbarê Şaredariya Enqereyê lêpirsîn hat destpêkirin

24-03-2025
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Lêpirsîn Konser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Derbarê 33 konserên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê li dar xistine bi tohmeta zerera darayî daye dewletê lêpirsîn hat destpêkirin û destûr hat dayîn ku  derbarê 9 karmendên şaredariyê lêpirsînê were kirin.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê, lêkolîn derbarê 130 konseran hatine kirin û destûr hat dayîn ku derbarê 33 konseran lêpirsîn were kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê derbarê lêpirsînê got:

“Hinek çalakiyên çand û hunerî yên ku di navbera salên 2021-2024an de hatine lidarxistin, ev demek bû ku ji aliyê mufetîşan ve dihatin lêkolînkirin.

Derbarê konseran destûra lêpirsînê hat dayîn

Lêkolîna ku ji aliyê mufetîşan ve dihat birêvebirin û 130 konseran li xwe digire, temam bû.

Derbarê 33 konseran, bi îdiaya zerera giştî biryara destûra lêpirsînê hat dayîn."

Derbarê 97 konserên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê organize kirine destûra lêpirsînê nehat dayîn.

Şaredariya Enqereyê diyar kir ku 9 karmendên ku derbarê wan lêpirsîn hatiye destpêkirin, dê li dijî biryarê li dadgehê îtîraz bikin û got:

"Em bi girîngî diyar dikin ku ev çalakî berê di kontrolên rûtîn ên Wezareta Karên Navxwe de bi berfirehî hatine lêkolînkirin û ti encameke neyênî nehatiye dîtin.

9 karmendên şaredariyê yên ku derbarê wan biryar hatiye dayîn û derbarê wan lêkolîn hatiye destpêkirin, dê mafên xwe yên hiqûqî bi kar bînin û li Dadgeha Îdareyê ya Herêmê îtîraz bikin.”

Çend meh berê hatibû îdiakirin ku hunermend Ebru Gundeşê di konserên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ve hatine lidarxistin de 69,5 milyon lireyên Tirkî, Grûba Mor ve Otesî 71 milyon lîre, Mert Demer 10 milyon lîre û Candan Erçetîn û Murda jî 80 milyon lîre pere wergirtine.

Piştî wan îdîayan Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji ber van konseran Çiriya Paşîn a 2024an derbarê Şaredariya Enqereyê lêpirsîn dabû destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst