Li Hewlêrê dê Roja Cîhanî ya Muzîkê konserek were lidarxistin

30-09-2023
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Konser Roja Cîhanî ya Muzîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêrê dê Roja Cîhanî ya Muzîkê bi bernameyên cor bi cor were pîrozkirin.

Li Herêma Krudistanê wekî her sal dê îsal Roja Cîhanî ya Muzîkê bi çalakiyên cor bi cor were pîrozkirin.

Li Hewlêrê dê konserek ji aliyê Fakulteya Hunerên Xweşik ve were lidarxistin.

Derbarê mijarê de hunermend û mamoste Rêbwar Ebdulah ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku dê 1ê Çiriya Pêşîn konserek were dayîn.

Rêveberê Fakulteyê Zîrek Emîn û Serokê Beşa Muzîkê Hewraz Celal pêşengiya konserê dikin.

Konser sibe saet 11:00an dest pê dike.

Sala 1974an Konseya Muzîkê ya Navnetweyî ya UNESCOyê 1ê Çiriya Pêşîn wekî Roja Muzîkê destnîşan kir.

Zêdetirî 150 welatên cîhanê bi konser û konferansên muzîkê, Roja Muzîkê pîroz dikin.

Li Fransayê jî di 21ê Hezîranê de Roja Cîhanî ya Muzîkê tê pîrozkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst