Di çalakiya Dayikên Şemiyê de 26 kes hatin desteserkirin

21-10-2023
RÛDAW
Nîşan Dayîkên Şemiyê Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê di çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Meydana Galatasarayê de 26 kes hatin desteserkirin.

Dayikên Şemiyê ji sala 1995an ve li Meydana Galatasarayê ji bo aqûbeta xizmên xwe bipirsin 969 hefte ne çalakiya rûniştinê dikin.

Dayikên Şemiyê her hefte dixwazin qurnefîlan li Meydana Galatasarayê ya Stenbolê deynin û daxuyaniyê bidin.

Lê Dayikên Şemiyê tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî rûbirûyê midaxeleya polîsan dibin.

Di 969emîn hefteya çalakiyê de careke din polîsan rê nedan Dayikên Şemiyê û 26 Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirov hatin desteserkirin.

Kesên hatine desteserkirin ev in:

Mikail Kirbayi, Gulseren Yolerî, Besna Tosun, Ali Newroz Tosun, Çrfan Bilgin, Maside Ocak, Eren Keskîn, Hasan Karakoç, Leman Yurtsever, Oya Ersoy, Îkbal Eren, Taylan Bekin, Nazım Dikbaş, Ayşegul Devecioglu, Umit Efe, Îsmaîl Yucel, Davut Arslan, Begalî Kurnaz, Dogan Ozkan, Îrem Gerkuş, Seher Kalkan, Ezgî Karakuş, Evrim Gurenin, Nazlî Evrim Şerifoglu, Fatma Akaltun û Sevim Sancaktar.

Piştî Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê biryar da ku “qedexekirina rûniştinê ya li Meydana Galatasarayê binpêkirin e”, Dayikên Şemiyê her roja Şemiyê li Meydana Galatasarayê kom dibin lê polîs rê nadin çalakiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst